ENQERE - Girtiyên ku ji Girtîgeha Wanê name şandin binpêkirinên mafan parve kirin. Li gorî agahiyên ku girtiyan parve kirine cezayên ragihandinê, telefon, sopbet û hevdîtinê dema ku diqedin bi cezayên din ve pêkanîn tê berdewamkirin.
Ji Girtîgeha Wanê girtiyên bi navê Orhan Atalay, Mecît Şahînkaya û Emrah Aslan bi nameyên ku şandin ve binpêkirinên ku dijîn parve kirin.
Girtiyê bi navê Orhan Atalay ev agahî parve kir: "Pirtûkên ku ji derve bi koliyan tên nagirin, mecbûrî bi riya îdareyê ji kantîna derve dikirin. Niha gelek hevalên ke xistine hucreyan bêyî ku hincet bê nîşandan bi mehan bi awayekî kêfî li hucreyan tê girtin. Li nexweşxaneyê dema ku dibin bijîşk kelepçeyan venake. Dema ku em derdikevin revîrê yek bi gazî me dikin. Derfetên ku em hevalên xwe bibînin tuneye. Dema ku em ji derve derdikevin dixwazin em pêlavên xwe derxînin. Nahêlin em li odeyên xwe wêne bikişînin. Hevalên me yên ku cezayên giran girtine bi temamî hatine tecrîdkirin, derfetên ku em wan bibînin tuneye."
'CEZAYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ'
Atalay diyar kir ku bi hevalên xwe Kemal Kahreman, Akîf Demîrdag, Ahmet Çelîk, Sefer Çaglar ve ketine greva birçîbûnê û der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin û mehekî ji hemû mafên mirovî hatine mehrûmkirin, mafên wan ê telefon, sohbet, spor û hevdîtinê ji destên wan hatiye girtin.
'ROJNAMEY^N CUMHURIYET Û OZGURLUKÇU DEMOKRASÎ NADIN
Girtiyê bi navê Mecît Şahînkaya jî diyar kir ku rojnameyên Cumhuriyet û Ozgurlukçu Demokrasî nadin wan. Şahînkaya di anme xwe de ev agahî parve kir:
" * Qedexeyên ragihandinê yên girtiyan ri 6'ê nîsanê de qediya bû. Divê hema mafên telefonê bihata bikaranîn lê îdareya girtîgehê ev maf neda bikaranîn û qedexeyekî din a ragihandinê da destpêkirin, qanûna xwe jî tune hesibandin û pêkanîna cezayê ya bênavber kiriye.
* Cezaya qedexeya hevdîtinê ya 2 mehan ê Akîl Nergîz di 10'ê nîsanê de bi dawî bû lê di 13'ê nîsanê de ji bo 2 mehan qedexeyekî din a hevdîtinê da destpêkirin.
* Cezaya mehekî ya Yusuf Kenan Dînçek di 24'ê nîsanê de bi dawî bû. Lê di 26'ê nîsanê de ji bo 2 mehan qedexeyekî din dan destpêkirin. Beriya 5 rojan xwestin cezeya hucreyê bidin destpêkirin. Li ser itiraza girtiyan a bêyî rapora bijîşk cezaya hucreyê nikarê pêk bê, bi zorê birin revîrê. Yusuf Kenan got ku hucre tê wateya îşkence û muayene qebûl nekir, li ser vê sewqî nexweşxaneyê hat kirin. Piştî vê careke din anîn hucreya wî di navbera wî û xebatkaran de nîqaş derket li ser vê lêpirsînekî din a dîsîplînê hat destpêkirin.
* Bi îdiala ku Mecît Şahînkaya ji piyê memûr girtiye mehek qedexeya ragihandinê hat dayîn.
* Yusuf Kenan Dînçer û Talat Şanli ji ber ku dema ku ji dadgehê vegeriyan şopa tiliyan nedan 10 roj cezaya hucreyê li han hat birîn."
NEBIRIN NEXWEŞXANEYÊ
Şahînkaya ragihand ku ji bo Taner Kormaz biryara sewqa nexweşxaneyê hatiye dayîn lê mehek e nabin nexweşxaneyê, kontrola wî ya kemoterapiyê jî nayê kirin.
'4-5 MEH IN PÊLA SIRGÛNÊ BERDEWAM DIKE'
Girtiyê bi navê Emrah Aslan jî di nameya xwe ya şand de got ku beriya 4 mehan ji Girtigeha Tîpa H a Erziromê bi 55 hevalên xwe ve sirgûnê Wanê hatiye kirin.i bihceta ku tijî ye gelek girtî li hucreyên yek kes^itên girtin. Aslan da zanîn ku li girtîgehan pêla sirgûnê 4-5 meh in berdewam dike.