DBP’ê ji Newşîrwan Mistafa re sersaxî xwest

AMED - Navenda Giştî ya DBP’ê ji bo wefata Serokê Giştî yê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa peyama sersaxiyê weşand.

Rêxistina DBP’ê ji bo Serokê giştî yê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa ye îro li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand. Peyama DBP’ê wiha ye: “Me bihîst ku Serokê Giştî yê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa vê sibê li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest daye. Noşîrvan Mistefa ku di sala 1960’an de Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê avakir û ket nava siyasetê, hemû jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê da ji ber wê ji bo gelê Kurdistanê windahiyek mezine. Em ê Newşîrwan Mistefa her tim wekî dostekî girîng û têkoşerekê Kurdistanê bibîr bînin. Em xemgîniya xwe tînin ziman, ji malbat, heval, hevalên têkoşînê û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”