Jina ket ava Zapê hêj nehatiye dîtin

COLEMÊRG - Jina 75 salî Miran Berk ku ket ava Çemê Zapê hêj nehatiye dîtin.

Maşîna ku ajokariya wê Hakki Berk dikir û plakeya wê 27 UB 395 bû, di 15'ê Gulanê de dema ji gundê Aroşê ya navçeya Qlabanê ya Şirnexê ket rê û diçû Colemêrgê li Çemê Zapê ket avê. Îsmail Berk, Hakki Berk û Halim Berk ên di maşîneyê de bi birîndarî hatin rizgarkirin. Pîra 75 salî Miran Berk jî ket avê û winda bû. Yekineyên rizgarkirinê ku 4 rojin li Berk digerin hêj negihiştine Berg. Lêgerîna ji bo dîtina Miran Berg didome.

Hat diyar kirin ku gundiyên Aroşê ji bo Mîran Berk mala şînê vekirin.