MEXMÛR - Dibistanên Wargeha Penaberan a Mexmûre serdema perwerdehiya 2016-2017’an bi dawî kirin û ket betlana havînê. Di merasîma girtina dibistanan de banga xwedîderketinê li ziman û çanda Kurdî hate kirin.
Bi hatina dawiya sala perwerdeya 2016-2017’an re li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi hezaran xwendevanan bawernameyên xwe girtin. Ji çar dibistanên seretayî, du dibistanên navîn û dibistanek amadeyî 3 hezar û 335 ketin betlaneya havînê. Merasîma girtina dibistanan ya dibistanên Wargeha Mexmûrê li Dibistana Navîn ya Şehîd Denîz Firat hat lidarxistin. Di merasîmê de Endama Koordînasyona Saziya Perwerde û Hîndekariya Wargeha Mexmûrê Rojda Serhat, Hevşaredara wargehê Nûran Sezgîn û mamostayên dibistana Şehîd Denîz Firat amade bûn. Merasîmê di kesên di 18’ê Gulanê û Meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan û ji bo hemû kesên Tevgera Azadiya Kurd bi deqiqeyekê rêz girtinê bi bîranîn. Piştî rêzgirtinê sirûda netewî ‘Ey Reqîp’ hat xwendin. Li ser navê rêveberiya dibistanên Wargeha Mexmûrê, Endama Koordînasyona Saziya Perwerde û Hîndekariya Wargeha Mexmûrê Rojda Serhat li ser girîngiya perwerdeya sala 2016-2017’an axivî û got: “Em di dawiya salek dûr û dirêj de gihiştîn dawiya sala perwerdeya 2016-2017’an. Di vê sala perwerdeyê de hevalên mamoste kedek mezin di ber perwerdeyê û xwendevanên xwe de dan. Ji ber vê yekê jî em li ser navê rêveberiya dibistanên wargehê ji bo tevayî mamoste û malbatên me yên di ber xwendevan û zarokên wargehê de ked dane spasiyên xwe didin pêşkeşkirin.”
Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Nûran Sezgîn axivî. Sezgîn di destpêka axaftina xwe de ji bo tevayî mamoste û malbatên Wargeha Mexmûrê kû di perwerdekirin û mezinkirina zarokên wargehê de ked dane, ked didin spasiyên xwe dan diyarkirin. Bi boneya 18’ê Gulanê şehîdê pêşeng Hakî Karer û şeva Çaran (Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik) û tevayî şehîdên Meha Gulanê bibîranî. Sezgîn balkêşand ser giringî û bişansbûna zarokên Wargeha Mexmûrê ku li rexmê hemû şert û mercên koçberiyê û zextên dagirkerên Kurdistanê û PDK’ê ev 23 sale bi zimanê xwe yê dayîkê dixwîn, dinivîsin û daxivin. Sezgîn di pêşeroja xwendevanên wargehê de serkeftin ji wan re xwest û ji bo kû bikaribin hîn serkeftîtir bibin daxwaza hîn zêdetir xwendin û xweperwerdekirinê ji xwendevanên wargehê kir. Hêjayî gotinê ye ku ji 8 refên Dibistana Navîn a Şehîd Denîz Firat 7 xwendevanên keç bûn yekemîn. Piştî merasîmê, xwendevan ketin refê xwe de û qerneyên xwe girtin. Di dema qerne girtinê de jiber encamên baş û xirap kêliyên keyfxweş û xemgîn hatin jiyankirin.
Dibistanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) wê 13’yî Îlona 2017’an dest bi sala nû ya perwerdeya 2017-2018 bike.