COLEMÊRG - Welatiyê ku li navçeya Geverê 4 meh berê di bin aşûtê de ma, cenazeyê wî hat dîtin.
Li mezraya Duranlar a gundê Akpinara navçeya Geverê ya Colemêrgê ku li ser sînorê Îranê ye 4 meh berê aşût ketibû xwar û weliyê Rojhilatî Rizgar Kakanifer di bin aşûtê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Kakanifer ê di 31'ê Çile de di bin aşûtê de ma, hat dîtin û birin Nexweşxaneya Dewlete ya Geverê.