AMED – Şêniyên taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê li dijî hewldana xerakirina polîsan û rayedarên şaredariyê ya bi kepçeyan çalakî pêk anîn û destur nedan malên wan bên xerakirin. Welatî li dijî kepçeyan bedena xwe kirin mertal û nehiştin xaniyên wan bên xerakirin. Welatiyan diyar kirin ku dê dumeşê bimeşin Walîtiya Amedê.
Rayedarên dewletê biryar dan ku taxên Lalebey û Alîbaşa yên Sûrê xera bikin. Liser vê yekê ewil ava taxê qut kirin û serê sibê kepçe di bin parastina polîsan de çûn taxê. Polîsan tax dorpêç kirin û xwestin kepçe xaniyan xera bikin. Piştî av ji ser taxan hat qutkirin kepçeyên DÎSKÎ’yê xestin bikevin taxan û xaniyan xera bikin. Welatiyan bedena xwe kirin mertal û destûr nedan kepçe têkevin taxê. Jinên ku bertek nîşanî qutkirina avê dan ji polîsên ku ketin taxan re gotin,”Em malên xwe terk nakin” û bertek û hêrsa xwe anîn ziman. Berxwedana gel piştî bi saetan bi ser ket. Kepçe û polîsên ku li dijî berxwedana gel xwe ranegirtin ji taxê derketin û ava ku serê sibehê hatibû qutkirin jî ji taxan re hat dayîn.
Welatiyên Sûrê diyar kirin ku biryarin malên xwe biparêzin û dê malên xwe neterikînin. Polîsên serê sibehê çûn taxê û rastî berxwedana welatiyan hatin, mecbûr man taxan terk bikin. Polîs û rayedaran heta duşemê dem dan welatiyan. Welatiyan jî diyar kirin ku dê duşemê saet di 10.00’an de bimeşin Walîtiya Amedê. Welatiyên destnîşan kirin ku ew dê heta dawî di ber xwe bidin û destûr nadin xaniyên wan bên xerakirin.
Şêniyê taxê Mehmet Ak, diyar kir ku canê wî bistînin jî dê desûr nedin xaniyê wî bê xerakirin.
Welatiyê taxê Mehmet Ak, ani ziman ku wan serî li rayedarên fermi dane, lê wan jî diyar kirine ku ne berpirsiyar in û serledanên wan bê bersîv hatye hiştin. Ak, bertek nîşanî Erdogan da û wiha got: "Ger ku ew misilman be em jî misilman in. Em naxwazin mexdûr bibin. Ew çi j van mirovan dixwazin. Em war û xaniyên xwe nadin wan. Bila Erdogan bê canê min bistîne, ez dîsa xaniyê xwe terk nakim û destûr nadtin xera bikin.
Şêniya taxa Alîpaşa Kafiye Sun jî bertek nîşan da û wiha got: “Bila vê baş bizanibin, em ji malên xwe dernayên. Ger ku mala min hilweşînin jî ez ji taxê dernayêm. Ji ber ku nikarin bi me av birîn. Ava me ya ku em pê ji xwe re çayekê çêbikin jî tune ye. Bi kepçe û polîsan xwestin ku bikevin taxê. Lê heta ku me neperçiqînin nikarin bikevin taxê. Me îro li ber xwe da ger ku sibe jî bên em ê dîsa li ber xwe bidin. Em ê têk neçin.”
Sûn, destnîşan kirin ku ew dê bedena xwe bikin sîper û destur nadin û wiha got: "Ger pêwist bike em dê xwe biavêje binê keçpeyê û uem destûr nadin. Îro hatin û dîtin ku em malên xwe terk nakin. Em ê hêza xwe bikin yek û ji malên xwe dernekevin. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Ji niha û pêde tenê berxwedan heye û em têk naçin. Em ê roja duşemê jî bimeşin waltiyê. Hemû kesên ku naxwazin Sûr bê hilweşandin divê ku bên pîştgiriya me bikin. Îro ev der tê hilweşandin wê sibe cihekî din hilweşînin.”
Taxên Alîpaşa û Lalebey yên Sûra Amedê, di sala 2008'an de daxilî projeya "veguherandina bajariyî" hatibûn kirin. Herî dawî ji minareyên mizgeftan anons hat kirin û hat xwestin ku divê heta 1'ê Gulanê tax bên valakirin. Ji 1’ê Gulanê heta niha hêj tax nehatine valakirin. Lê di 16'ê Gulanê de vê carê polîs bi wesayîtên zirxî çûn taxan û anons kirin ku, dê di 19’ê Gulanê de av û ceryanên malan bên qûtkirin û di 21’ê gulanê de jî dê xerakirina avahiyan dest pê bike. Di anons û belavokan de hatiye gotin ku, dê malên her malbetekê 500 lîre pere bê dayîn. Piştî vê anonsa duyemîn careke din şêniyên taxan ketin nav fikara ku dê xêniyên wan bên xerakirin. Taxên kevnare yên ku tê xwestin bên xerakirin bi sedsalan e ji gelek şaristanî û dîrokê re malovanî kirine û hêjayî gotinê ye ku dê bi vî awayî malên dîrokî û qedîm ên van taxan ji nav rûpelên dîrokê bên paqijkirin.