STENBOL - Di 22’yemîn salvegera bîranîna Ridvan Karakoç û Hasan Ocak ên di bin çavan de hatine qetilkirin de birayê Ocak Alî Ocak diyar kir ku ji ber dewlet bi sûcê kirine rû bi rû nabe qetlîam berdewam dikin.”
Komisyona Dijî Windahiyên di bin Çavan de ya ÎHD’a Stenbolê ji bo Ridvan Karakoç û Hasan Ocak ên beriha 22 salan di bin çavan de hatin windakirin li ser gora wan çalakiya bîranînê lidarxist. Malbata Ocak û Karakoç ên li ber Cemeviya Gaziyê hatin cem hev, ligel Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Esengul Demîr, nûnerên ESP’ê yên Stenbolê, Dayîkên Şemiyê, dayîka Berkîn Elvan ê di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest da Gulsum Elvan, endamên OTSP’ê û welatiyan ber bi Goristana Gazî ve meşiyan.
Girseya hat goristanê destpêkê çûn ser gora Hasan Ocak. Piştî rêzgirtinê girse ber bi gora Ridvan Karakoç ve meşiyan. Li vir birayê Karakoç Hasan Karakoç axivî û wiha got: “22 sale em li dadê digerin. Tovê Hasan û Ridvan avêtine niha li her dere cîhanê şîn dibin. Dara azadiyê li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê şîn dibe. Me hûn ji bîr nekirine û ji bîr nakin. Em soz didin ku em ê di riya we vekiriye de bimeşin.”
'ELİMİZ O KATİLLERİN YAKASINDA OLACAK'
Piştre girseyê qerenfîlên ligel xwe anîne danîn ser gorê û ber bi gora Ocak ve meşiyan. Li ser gorê dayîka Ocak Emîne Ocak spasiya her kesê kir û wiha got: “Hemû kesên hatin vir bira û hevalên me ne. hemû kesê wijdana wî heye têdikoşe. Êdî beşe.” Piştre birayê Ocak alî Ocak, anî ziman ku ji ber dewlet bi sûcê kirine rû bi rû nabe qetlîam berdewam dikin û wiha pêde çû: “Bi sûcê xwe re rû bi rû bibin û li ser sûcê xwe negirin. Her roja diçe hûn biçûktir dibin û dê biçûkbûna we berdewam bike.”
'NE WAN DEWLETÊ SERÎ TEWAND’
Birayê Kenan Bîlgîn ê di 12’yê Îlona 1994’an de hat binçavkirin û hat windakirin Îrfan Bîlgîn jî bi lêv kir ku ji bo dad cihê xwe bigire bi salane li kolanan têdikoşin û wiha domand: “Ev hemû sûcên ku dewletê plan kirine. Lê mixabin bi sûcê xwe re rû bi rû nabin. Wan serî netewand, Komara Tirkiyeyê li hemberî wan serî tewand. Heta em hesabê vana bipirsin dê têkoşîna me bidome.”
Piştî axaftinan girseyê qerenfîl danîn ser gora Ocak û ji goristanê veqetiya.