Endama Koma Aştiyê Uludag: Çalakiya Kemal Gun pir bi wate ye

EDENE - Endama Koma Aştiyê Elif Yildiz Uludag ji bo Kemal Gun ê 85 rojin ji bo hestiyê kurê xwe bistîne di çalakiya greva birçîbûnê de ye, name şand. Uludag anî ziman ku her ew li çalakiya Kemal ê kal dinere pirsa mirovahî u heqîqet ew qas têk çûye? dipirse.

Emdama Koma aştiyê Elif Yildiz Uludag ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Girtî ye, li ser rewşa Kemal Gun ê ji bo hestiyê kurê xwe bistîne 85 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ye name nivisand. Uludag, diyar kir ku her roj di manşetên rojnameyan de rewşa Kemal Gun dibîne û bertek nîşanî bêdengiya li hemberî çalakiya Gun da. Uludag di nameya xwe de wiha got: "Di van rojên dawî de her ku ez rojnameyan digirim destê xwe ez li hemberî rewşa mamê Kemal dikevim rewşekê ku êş li hemû bedena min belav dibin. Her ku ez li mamê Kemal dinerim, ez dibêjim ma ew qas heqîqet û mirovahî têk çûye. Dema mirov li halê vî mirovê kal binere û bêdeng bimîne, ne pêkan e. Lê ger ku wekî tişten nebûme mirov nêzî vê çalakiyê bimîne, li dijî sinc û wicdan e. Kesê divê ez mirovim divê li dijî vê rewşê bêdeng nemîne. Ne pêkan e mirov li hemberî vê rewşê bêdeng bimîne. Em xwedî wîcdanekî çawa ne. Ger ku wîcddanê me li hemberî vê rewşa mirovê kal jan nede wê demê pirsgirêk heye. Hetea niha tu carî bêdengiyek li hemberî rewşa wisa çênebûye. Divê her kes li hemberî vê rewşê qiyametê rake. Ger ku li Êlihê buyerê fuhuşê pêk tên ev ji ber bêdengiya me ye. Ji ber ku em li hemberî vê hişmendiya fihûşê bêdeng dimînin û qiyametê ranakin ev hişmendi pêş dikeve. Ger ku mamê Kemal tevî vî temenê xwe di ber xwe dide û gavan paşve navêje wateya wê pir mezin e. Ez jî wekî girtiyekî bi hemû hest û fikra xwe piştgiriyê didim mamê Kemal. Li cem wî digirim û slav dikim."