Parlamenterê HDP’ê Bedran Ozturk hat berdan

STENBOL - Parlamenterê HDP'ê Bedran Ozturk ê li balafirgeha Ataturkê hat binçavkirin piştî îfadeya wî hat girtin hat berdan.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedran Ozturk piştî ku li Londonê vegeriya li balafirgeha Ataturkê hate binçavkirin û piştî îfadeya wî hat girtin hat berdan. Hat diyarkirin ku derbarê Ozturk de, di doza li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran hatiye vekirin de bi hinceta biyrara “girtinê” heye hatiye binçavkirin. Ozturk di saetên serê sibê de anîn Edliyeya Bakirkoyê û karên îfadeyê heta vê saetê bi dawî bûn. Ozturk ê ku bi SEGBİS’ê tevlî 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran bû piştî îfadeya wî hat girtin hat berdan.