‘Bi teşhîrkirina laşên parçebûyî şensê aştiyê tune dikin’

STENBOL - Pîskolog Ebru Ergun diyar kir ku îktîdar bi şerê derûnî her tiştî aloz dike û wiha got: “Bi rêvebirina şerê derûnî wateya windakirin hêzê ye. Bi teşhîrkirina laşên parçebûyî şensê aştiyê tune dikin.”

Bi germbûna hewayê li gelek bajarên kurdan û Tirkiyeyê agahiyên şer tên. Di çapemenî û tora civakî de “pevçûn” û şer wekî serkeftinek mezin tê nîşandan. Pîskolog Ebru Ergun belavbûna şerê derûnî nirxand û diyar kir ku şerê derûnî tê wateya windakirin hêz.

'BIHEVREBÛYÎN JI HOLÊ TÊ RAKIRIN’

Ergun, da zanîn ku bi israr berdewamkirina şer û nîşandana şer amûrekî polîtîkaya bi zanebûne û wiha got: “Bi taybet aliyê netewperest ji hêzê hez dikin û li pişt vê hêzê disekinin û dibin şirîkê şer. Bi vî awayî civak tê bendbendîkirin. Divê kesên ku wêneyên laşe parçekirî parvedikin wekî patolojÎk neyê destgirtin. Wekî ku hinek nexweşin, dibe ku vê mijara rewşa patolojîkbûnê bibe asteke talûketir. Bi vekirî diyar dibe ku bi tercîhek polîtîk hatiye kirin. Hedefa wan çav tirsandine.”

‘DAXWAZA AŞTIYÊ VÎNEK MEZINE’

Ergun, destnîşan kir k udi dile gelê kurd de daxwaza bi hevre jiyînê pir bihêze û wiha pêde çû: “Bi şîdeta di demên dawî de ev daxwaz kêm bûye. Kesên rastî şîdetê tên her roja diçe ligel wan hêviya bihevre jiyînê kêm dibe û dibe ku pêşiya efûkirinê jî bigire. Her roj laşên parçebûyî yên li ser tora civakî tên parvekirin û di nokteya nîşandanê de hestên tolhildanê bihêz dike. Lê ligel vê jî bi israra daxwaza aştiyê anîna rojevê vînek mezine. Bi teşhîrkirina laşên parçebûyî şensê aştiyê tune dikin.”

'DIVÊ ENCAMÊN ŞÎDETÊ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN’

Ergun, bi lêv kir ku piştî hatine cenazeyên leşkeran di bin bangên şer de manîpulasyonên cuda hene û wiha axivî: “Kesek nikare bide bawerkirin ku dayîka kurê xwe yê leşker windakiriye şer dixwaze. Dibe ku dengê dayîkên aştiyê dixwazin hatibe bêdengkirin. Em li dayîkên ku di şer de zarokên xwe windakirine binêrin. Divê em van aliyan bînin gel hev û dengê aştiyê bilindtir bikin. Her çiqas dîmen bibin sedema tirsê jî, dibin sedema hêrsê jî encam dibe derdora şer. Ev rewş ji bo herdu aliyan jî bi xêr nîne. Ger aştî pêk were jî ji bo encamên şîdetê ji holê werin rakirin divê Komîsyona Heqîqetê yan jî komîsyonên wekî wê bên avakirin.”