Pîşeya semawer tune dibe

WAN - Pîşeya semawer a ku 65 salin di xaniyê axînî de hebûna xwe diparêze ber bi tunebûnê ve diçe.

Welatiyê bi navê Ozcan Demîr ê li taxa Şerefiye ya navçeya Rêya Armûşa Wanê dimîne di xaniyê axînî de 65 salî de semawer, sobe û quşxaneyan tehmîr dike pîşeya ji kalê wî ji bo bavê wî maye û ji bavê wî jî ji wî re maye diparêze û pêş dixe.


NE JI BO QEZENCKIRINA PEREYAN…

Demîr, k udi pîşeya kale xwe de bûye hoste û hewldide nîşanî kurê xwe bike diyar kir ku ew ne ji ber qezenckirin pere ji ber ji tiştên berê hez dike ji pîşeya xwe hezdike. Demîr, da zanîn ku divê hemû kes dest ji girtina amûrên plastîk berde û wiha got: “Îro hemû kes amûrên plastîk bikar tînin. Dema tu tiştekî datînin nav van amûran, behna plastîkê dide wan û zirarek cidî dide tendirûstiyê. Bikaranîna çaydanken hêsin ji bo tendirûstiyê baştire.”

‘MIN JI BAVÊ XWE GIRT DEWRÎ KURÊ XWE DIKIM’

Demîr, anî ziman k udi civakên ku hilberîn lê diqede, pîşeyên sebir, ked û hostatiyê dixwazin her roja diçe tune dibin û wiha axivî: “Ji ber ezê pîşeya min ji bavê xwe girtiye dewrî zarokên xwe bikim gelek keyfxweşim. Min ev pîşe ji bavê xwe girt. Bavê min ji kalê min girtî bû, ezê ji dewrî kurê xwe û nifşê nû bikim. Ez dixwazim ev pîşe tune nebe. Ez niha bi kurê xwe Dogukan re dixebitim. Kurê min hêdî hêdî fêr dibe. Ezê di xaniyê axîn ê 60 salî de li dijî teknolojiyê li berxwe bidim û ji bo pîşeya dest tune nebe ez ê vî karî bidomînim.”