STENBOL - Rêvebera Komeleya Tora Jinan a Kosovayê Igballe Rugova, a ji bo jinên di şerê Kosova û Sirbîstanê de rastî êrîşên zayendî hatine têdikoşe diyar kir ku divê piştgiriya dîplomatîk a navneteweyî were dayîn û mafê jin û gelê kurd bê qebûlkirin.
Rêvebera Komeleya Tora Jinan a Kosovayê Igballe Rugova, diyar kir ku di şerê sala 1990’an a nevbera Kosova û Sirbîstanê de herî zêde jin mexdûr bûn û bi xalane ji bo jinan ji bin bandora şer derxînin xebatan didin meşandin. Rugova, da zanîn ku sazî ji bo wekhaviya jina û zilam, perwerde, tevlîbûna siyasî, tendirûstî û jiyanek bê şîdet hatiye avakirin û wiha got: “Mîsyona Tora Jinan Kosovayê (KWN) ewe ku bêuyî baweriya polîtîk, olî, asta perwerdehiyê, zayendî û berhemdarî ber çavan bê girtin, parastina maf, piştgirî û parastina hemû jin û zarokên keç ên Kosovayê ye.”
Rugova, anî ziman ku wan derbarê jinên piştî şer rastî êrîşên zayendî hatine de xebat dane destpêkirin û wiha pêde çû: “Divê ev jî were gotin çapemenî bi hesasî nêzî bûyerê nebû û jin hatin tecrîtkirin. Me bi jinên ku li Kosovayê hatine tecrîtkirin re hevdîtin pêk anîn û xebat dan meşandin. Ji ber ku civakê ev jin wêdekirin û li dijî wan destê xwe rakirin. Di sala 2012’an me ev mijar xist rojeva civakê. Me dest bi şermezarkirina vê kir û di çarçoveya qanûnî de dest bi nîqaşan kirin. Piştî vê jin bûn xwedî mafê hiqûqî û bi qanûna hatin parastin. Di encamê de jinan her meh tazminat girtin. Wekî kesên birîndar ji şer rizger nüne pere digirin. Berê li nava civaka me ev wekî tiştekî şerm dihat hesibandin. Kesên ku ev tiştên wekî şerm didîtin nedixwastin bînin ziman û ew jî wekî tabû didîtin. Ji bo bi hezaran jinên rastî êrîşa zayendî hatine qadên kar hatin avakirin û me gelek pêşketin jiyankirin.”
‘BI TENÊ XEBITÎNA TIRYIYEYÊ TIŞTEKÎ ÎFADE NAKE’
Rugova, balkişand ser têkoşîna jinên kurd ên li Tirkiye û Rojava û wiha axivî: “Dema jinên kurd hatin Kosovayê, dema jinên Kosovayê tiştên bi serê wam hatine bihîstin şaiwaz bûn. Dema em di bin rêveberiya Yugoslav de dijiyan rastî zilma Sirpan hatibûn û me ev ji bîr kiribû. Ger ev jinên di bin çavdêriya Yugoslavyayê dijîn piştgirî nedaban me dê li holê hêvî yan jî têkilî tune buya. Ev jin rabûn serpiyan û modeley a têkiliyê avakirin. Bêyî pişgiriyek siyasî ya navneteweyî bigirin ev bidestxistibûn. Dema mijar dibe jinên kurd, bi tena serê xwe xebata Tirkiyeye tu tiştekî îfade nake ji ber ku vîn û daxwaza hikûmet ya ji bo mijarê tune ye. Ji ber vê yekê divê piştgiriya dîplomatîk a navneteweyî were dayîn û mafê jin û gelê kurd bê qebûlkirin.”
Asya Înedî - dihaber