Bê delîl 4 caran muebeta giran dan

ÎZMÎR - Li Îzmîrê di sala 2007’an de teqînek pêk hat, di teqînê de kesekê jiyana xwe ji dest da, li gel ku TÎT’ê teqîn girt ser xwe jî Ozkan Yaşar wekî bersûc hat nîşandin û bê delîl 2 caran cezayê muebeta giran û 41 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê birîn. Dosyaya Yaşar bi daxwaza “Jinûve darizandinê” dibin AYM’ê.

Doza Ozkan Yaşar a ku wekî “Trajediya Darazê” ket dîroka Tirkiyeyê; piştî derket holê ku dozger, dadge û polîsên navê wan di dosyayê de hene di çarçoveya lêpirsîna cemaetê de hatin girtin li bendeye carekdin bê vekirin.

Di 12’yê Gulana 2004’an de li navçeya Borovaya Îzmîrê teqînek pêk hat û di encamê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 17 kes jî birîndarbûn. Ozkan Yaşar bêyî delîlek derbarê wî de hebe hat binçavkirin, piştî darizandina 6 salan 2 caran cezayê muebetê yê girankirî û 41 sal û 2 meh cezayê girtîgelê lê hat birîn. Piştî derket holê ku dozger, dadgeh ji çarçoveya lêpirsîna cemaetê hatine girtin parêzerên Yaşar, bi daxwaza “Jinûve dariznadin” dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin.

DOZGER, DADGER, POLÎS JI LÊPRSÎNA ‘FETo/PDY’ HATIN GIRTIN

Komek nijatperest a bi navê Tugayên Tolhildanê yên Tirk (TİT) êrîş girt ser xwe, her çiqas di darizandin û dagehê de hat gotin ku tu eleqeya Yaşar bi teqînê re tune ye ligel hemû bêhiqûqiyan jî ceza li Yaşar hat birîn. Dozgerên bi navê Cahît Kargili û Cemîl Uzun ên dadgerên 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ceza dan Yaşar di çarçoveya lêpirsîna cemaetê de hatin girtin. Bi hema şêweyî dozger Sedat Ozen ê dozgeriya dosyaya Yaşar kir di rojên bihûrî de ji ber hamn lêpirsînê li Balikesîrê hatin girtin. Her wiha polîsên ku bûyera teqînê lêkolîn kirin jî ji heman lêpirsînê hatin girtin.

WALIYÊ WÊ DEMÊ KIRAÇ JÎ JI ‘FETO/PDY’ TÊ DARIZANDIN

Piştî bûyerê Waliyê Îzmîrê yê wê demê Cahît Kiraç diyar kiribû ku bûyer ji aliyê PKK’ê ve hatiye pêkanîn di 26’ê Tebaxa 2016’an de ji ber lêpirsîna cemaetê hat binçavkirin. Walî Kiraç di 12’ê Îlonê bi şertê kontrola edlî hat berdan hêjî di çarçoveya lêpirsîna cemaetê de tê darizandin.

‘KURÊ MIN BERDIN’

Dayîka Yaşar Hazar Yaşar, diyar kir ku kurê wê bê sedem bi lîstikekê 10 sale di girtîgehê de ye û wiha axivî: “Ez dixwazim kurê min bê berdan. Li malê çekek hevjînê min ê ji bavê wî mabû hebû. Wekî bîranîn diveşart. Ew birin. Li jêrzemînê demanê mêşan hebû, li her malê heye ew jî kirin hincet û birin. Bizinek me hebû me xwedî dikir. Rîxa pez jî kirin hincet û birin. Emê pêşiya vê bernedin. Kurê min li dikana çenteyan dixebitî. Ji kar dihat mal ji mal diçû kar. Dema hat girtin bêyî dadgehek û tiştek diyar bibe hemû çapemeniyê kirin manşet û hedef nîşan dan.”