Otopsiyê nûnerên dewletê derewand: Bi îkenceye hat kuştin

AMED - Mehmet Şirin Kocakaya yê di 30'ê Hezîranê de li navçeya Lîcê ji aliyê Tîmên Taybet ve bi îşkenceyê hat kuştin û hêzên dewletê wekî ku "Di şer dehat kuştin" nîşan dabûn di rapora otopsiyê de derket holê ku bi îşkenceyê hatiye kuştin. Şahidan jî diyar kiribû ku Kocakaya bi îşkenceyê hatiye înzfakirin.

Di Hezîrana 2016'an de Walîtiya Amedê li 39 gundên Lîcê qedexeya derketina kolanan îlan kiribû. Li gundikê Mehlê yê navçeya Kerwasê ya navçeya Licê jî piştî qedexeya derketina kolanan di 30'ê Hezîranê de welatiyên gund hatin binçavkirin û rastî îşkenceya leşker û tîmên taybet hatibûn. Di îşkenceya hêzên dewletê de bi dehan kes birîndar bûn. Mehmet Şîrîn Kocakaya jî ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dabû. Ji vir 34 kesên ku hatin binçavkirin ji malbata Kocakaya 13 kes bi tevahî jî 15 kes hatibûn girtin. Êrîş û pêkûtiyên li dijî malbata Kocayakaya ji salên 90'an heta niha qet bi dawî nebû. Di 1993'yan de ji polîtîkayên gund şewitandinê û koçberkirinê malbata Kocakaya jî nesîbê xwe wergirt. Her çend rayedarên dewletê yên fermî wekî ku Kocakaya "Di şer de hatiye kuştin" nîşan dan jî di rapora otopsiyê ya hat amadekirin de derket holê ku Kocakaya bi îşkenceyê hatiye kuştin. Raporê jî şahidê bûyerê piştrast kir û destnîşan kir ku hestiyên Kocakaya bi îşkenceyê hatine şikandtin. Li gorî rapora ku ji aliyê rayedarên nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargilê û Dozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin piştrast kir ku Kocakaya bi lêdanê û îşkenceyê hatiye kuştin. Di raporê de hat diyar kirin ku di hestiyê tasa serê wî û hestiyên bendena wî de gelek şikestin çêbûye. Dîsa di bedena wî de di navbera 2-10 cm de bedena wî reş û şîn bûye. Dîsa hat destnîşan kirin ku serê wî bi lêdanê hatiye şikestin û birîn bûye. Di lêkolîna sîngê de jî hat diyar kirin ku xwîn çûye navdilê wî û 2 hestiyên parsuyên wî şikestine. Hat destnîşan kirin ku di otopsiya serî de jî hatiye dîtin ku xwîn çûye ser mejiyê wî. Di raporê de hat diyar kirin ku li ser bedena Kocakaya şopa gule û amûrên jêkirin qulkirin û fetisandinê nehatiye dîtin.

GOTIN 'DI ŞER DE HATIYE KUŞTIN'

Tevî rapora ku li ser bednena Kocakaya şopa guleyan tune ye jî rayedarên dewletê di daxuyaniya fermî de gotin "Li gundê Mehlê yê Lîcê di navbera leşkeran û BTO de şer derketiye û di şer de kesek hatiye kuştin û dibe ku cenaze aydî Mehmet Şirin Kocakaya be. Piştî rapora Saziya Tipa Edli ya wê demê hat diyar kirin ku di xwîna Kocakaya de şopa tiryakê nehatiye dîtin. Hat xwestin ku ji bo teqez sedema kuştina Kocakaya bê tespîtkirn içeren mînakên CD bişînin ATK'ê.

PISPORA SAZIYA EDLÎ FÎNCANCI: KOCAKAYA BI DARPÊ HAT KUŞTIN

Pispora Tipa Edlî û Seroka Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, der barê kuştina Kocakaya de diyar kir ku gelek beşên bedena wî darp xwardiye û Kocakaya bi lêdan û îşkenceyê hatiye kuştin. Fîncanci, anî ziman ku xwîn çûye mejiyê wî, parsuyên wî hatine şikestin û kezeba wî peritiye û xwest der barê kuştina wî mafê jiyanê û îşkenceyê de lêkolîn bê kirin.

Fincanci, gotina "Di şer de hat bêtesirkirin" jî rexne kir û wiha got: "Di kesê hatiye kuştin de şopa gule û teqemeniyê tune. Ev çawa pevçûn dibe. Gotina pevçûnê gelo li gorî wan kuştina bi lêdan û îşkence ye? Çawa dibe ku wisa bê kuştin.? Kî dike bila bike bi her awayî îşkence sûcê mirovahiyê ye."

ÎŞKENCE SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE


Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Prz. Bariş Yavuz jî der barê kuştina Kocakaya de diyar kir ku her divê kesê îşkence kiriye bê darizandin û cezakirin.
Yavuz anî ziman ku dema raporê dixwînin dibînin ku bi çekan nehatiye kuştin û tê dîtin ku bi îşkenceyê hatiye kuştin. Yavuz, diyar kir ku dema raporê dixwînin pirsa tê aqilê wan "Gelo ev kes bi îşkenceyê hatiye kuştin? Ji bo îdîaya îşkenceyê ji holê bê rakirin divê lêpirsînek berfireh bê kirin û kesê îşkence kiriye bê darizandin û cezakirin. Li gorî komîsyona Neteweyên Yekbûyî û Protokola Minnesota divê lêpirsînek fireh bê kirin û bê ronîkirin. Disa divê kesên îşkence kiriye ji kar bên dûrxixstin, darizandin û cezakirin.


10 MEH DERBAS BÛN LÊ HÊJ KUJER LI HOLÊ TUNE

Serdozgerê Komarê yê Amedê 10 meh berê der barê kuştina Kocakaya de lêpirsîn da destpêkirin. Lê piştî lêpirsînê biryara bê erkdayîna dosyayê da û dosya dîsa şand Serdozgeriya Komarê ya Lîcê. 10 meh di ser kuştina Kocakaya re derbas bû, lê hêj der barê dosyaya dozê de kesên bi şik û bersûc neçûne îfade nedane.

ÇI BIBÛ?

Di navbera 20'3e Hezîranê û 3'3e Tîrmeha 2016'an de li 39 gundên Lîcê û herêmê qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Di 30'ê Hezîranê de 34 kes di îşkenceyê re hatibûn derbas kirin. 15 kes hatibûn girtin û Mehmet Şîrîn Kocakaya bi îşkenceyê hatibû kuştin.

Di 30'ê hezîranê de li çoltara Mehlê ya gundê Kerwasê ya navçeya Licê ya Amedê, ji hêla bi hezaran leşkeran ve operasyon hat destpêkirin, 34 welatiyên ku gelekê ji wan ji heman malbatê ne bi hincetên wekî mudaxaleyî agir kirine ji hêla leşkeran ve bi awayekî hovane hatin îşkencekirin. Ji ber îşkenceyê welatiyê bi navê Mehmet Şirîn Kocakaya jiyana xwe ji dest da. Wekî her carê medyaya dewletê îdia kir ku Kocakaya "faîlê êrîşa bombeyî ye" û xwestin kuştinê rewa bidin nîşan. Kesê 4 rojan di bin çavan de ma û piştre serbest hat berdan û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bêje, agahiyên ku parvekirin wehşetê radixe ber çavan. Li gorî agahiyên welatî buyer wiha qewimî:

Hemû welatî hatin îşkencekirin

Operasyonaku di 21'ê hezîranê de hat destpêkirin, tîmên taybet û polîs bi maşînên zirxî hatin gund. 2 rojan nehiştin tu kes ji malên xwe derkevin. Di 30'ê hezîranê de dengê çekan hat jin û zarok bi qêrînê ji cihên xwe rabûn. Kesên çûn cihê deng jê hat, qasî 300 metreyî jêr leşkeran dora malbata birayê Mehmet Şirîn Kocakaya, Erdal Kocakaya girtibû. Di wê navberê de Mehmet Şirîn ji baxê tiriyan hat, hat dirêjkirin û destên wî ji paşve hat kelepçekirin.

Hovîtiya tîmên taybet

Piştî tîmên taybet hatin herêmê di kêliyê de êrîşî welatiyan kirin. Bi qûndaxên çekan, bi kul û pehnan ne zarok, ne jin û ne jî kal û pîr gotin her kes îşkence kirin. Bi taybetî serê mirovan hedef girtin. Mehmet Şirîn, birayê wî Erdal û xwişka wî Rojda dan ber pehnan. Kesên ku ketin navberê jî hatin îşkencekirin. Hemû welatî li erdê hatin dirêjkirin, Mehmet Şirîn qasî 300 metreyî birin û îşkence dewam kir. Zarîna Mehmet Şirîn heta ber malê dihat.

Xwestin xwişk û birayên wî ji bikujin

Piştî asta îşkenceyê hat zêdekirin bira û xwişkên Koçakaya yên wekî Berfîn, Rojda û Erdal xwestin polîsan asteng bikin. Di vê navberê de polîsan xwişk û bira bi erdê re kaşkirin û bi awayekî hovane li wan da. Ji ber êrîşê parsûyên Rojda û Erdal şkestin. Piştî dozaja îşkenceyê zêde bû û hat asta mirinê, fermandarek ket navberê, welatî ji nava tîmên taybet derxist. Ji ber vê di navbera amîrê tîmên taybet û fermandarê leşkeran de gengeşî derket. Fermandar bal kişand ser welatiyên li erdê dirêjkirî û got "wan li maşînê sîwar bikin." Qasî saetekî şûn de maşîna zirxî hat û welatî li maşînê sîwar kir. Di maşînê de îşkence berdewam kir. Tenê di gunde bavê Mehmet Şirîn ê felcî û 3 zarok hiştin.

Dema anîn tabûra leşkerî dijiya

Welatiyên anîn Fernamdariya Cendirmeyan a Licê, di maşîneyan de rawestandin. Mehmet Şirîn Kocakaya di vê navberê de anîn hêj dijiya û piştî 10 deqan ambûlans hat xwestin. Xizmên wî yên di maşînê de ji leşkerekî hêvî kirin ku rewşê hîm be û ji wan re parve bike. Leşkerê ku derket derve û piştî demekî hat û got 'Li ambûlansê sîwar kirin. Lê bawerim mir.'

Nehiştin cenaze jî bibînin

Kocakaya piştî jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Malbatê cenazeyê zarokê xwe teşhîs kir û bi riya parêzeran serî li Serdozgerê Komarê yê Amedê da û rapora destpêkê ya cenaze bidin wan. Lê ev daxwaz hat redkirin. Bi hincetên wekî dê testa DNA'yê bê kirin dozger cenazeyê Kocakaya dereng da malbatê. Her çendî malbata Kocakaya xwest kar û barên destpêkê yên li morgê hatine kirin û parêzer bikevin hundur jî ev daxwaz ji hêla dozger ve hat astengkirin. Dema cenazê Mehmet Şirîn dihat şûştin, polîsan tenê destûr da ku apê Kocakaya Avnî Kocakaya bikeve cihê şûştinê. Apê wî xwest wêneyên cenaze bikişîn lê polîsan ev jî asteng kir. Di cenazeyê Kocakaya de şopên guleyan nehatin dîtin, gelek cihên walên wî reş û werimî bû. Rapora otopsiyê ku divê di demek zû de bê dayîn, bi rojan e hêj nehatiye dayîn.

Di roja hovîtiya hêzên dewletê de 33 welatî hatin binçavkirin, ji wan 15 kes hatin girtin. Xwişk û birayên Mehmet Şirîn ên wekî Rojda û Erdal Kocakaya, Veysî Gukhan ên ji îşkenceyên dijwar re hatin derbaskirin, hêj tedawiya wan bi dawî nebû, duh derxistin edliyeyê û hatin girtin.


Cenazeyê Mehmet Şîrîn Kocakaya yê ku li Licê ya Amedê ji bo şewata daristanên ku ji aliyê tîmên taybet ve hate şewitandin vemirine derket lê hate qetilkirin ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê ji aliyê malbatê ve hatibû wergirtin. Cenaze piştî 2 rojan hate wergirtin. Cenaze bi konvoyê biribûn Goristana Yenîkoyê û li wir hate defin kirin.