35 salin ji hezar û 352 kesan agahî nayê girtin

ENQERE - Di “Windahiyên bi zorê” yên ku wekî sûcê li dijî mirovahiyê tê pejiarandin de li Tirkiyeyê ji salên 1980’an de heta niha hezar û 352 kes hatine windakirin û bêdengiya dewletê ya ji bo windahiyan didome. Saziyên Mafê Mirovan diyar kirin ku ji bo ev pirsgirêk bê çareserkirin divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin.

Her sal di navbera 17-31’ê Gulanê de wekî Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Windahiyên di bin Çavan de tê bibîranîn. Pratîka “bi zorê windakirin” a îcada Naziyane, li welatên wekî Arjantîn, Şîlî, Fîlîpîn, Guatemala û Tirkiyeyê ku ji şer, darbe û têkoşîna komên gerîla re bûye qad, bûye polîtîkaya dewletê. Li gorî daneyên Navenda Hafizeyê li Tirkiyeyê di navbera salê 1980-2005’an de hezar û 352 kes di bin çavan de hatine windakirin.

SÛCÊ MIROVAHIYÊ

Koma Xebatê ya Windayên bi Zorê sûcê “di bin çavan de windakirinê” wekî sûcên “Ji aliyê komên rêxistin kirî ên li beşên cûda yên saziyên dewletê dixebitin û li ser navê dewletê tevdigerin, bi alîkarî, tasdîq û agahiya dewletê dema hatin binçavkirin, bi zorê hatin revandin, derbarê aqûbet û li kuderê de agahî nayê dayîn, dema nayê pejiarandin” rewşên derdivenin holê ne. NY, bi Hevpeymana Navneteweyî ya ji bo Parastina Herkesê di dema bi Zorê Windakirinê û Statuya Romayê windakirinên bi zorê wekî sûcê mirovahiyê qebûl dike. Li gorî hevpeymanê ji bo tevlî sûcê mirovahiyê bibe divê sûcên wekî “nifûsa sivîl hedef hatibe girtin” û “êrîş belavbûyî û sistematik bin.”

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, dibêje ku windahiyên li Tirkiyeyê hatine jiyîn van sûca di nava xwe dedigire, bibîrxist ku sala bihûrî Koma Xebatê ya Windayên bi Zorê ya NY’ê Tirkiye ziyaret kiriye û ji wan re gotine ku li Tirkiyeyê ev sûc hêjî berdewam dike. Turkdogan, wiha got: “Heta aqûbeta windayan neyê zanîn dê sûc berdewam bike.

LI BAJARÊN KURDISTANÊ BINPÊKIRINA HIQÛQA MIROVAHIYÊ

Turkdogan, diyar kir ku windahiyên bi zorê yên li Tirkiyeyê ji ber şerê li bajarên Kurdan pêk tê û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê di pratîka windahiyan de hiqûqa mirovahiyê jî hat binpêkirin. Li welat şerê navxweyî tê jiyîn û ji ber dewletê gelê sivîl zirarê dibîne.”

Parêzer Emel Ataturk Sevîmlî ya di nava xebatên koma “Helwesta Darazê û Windahiyên bi Zorê” de cih girt diyar kir ku dema peywirdarên dewletê dema tevlî bûyerên binpêkirinên mafê mirovan dibin lêpirsîn bi bandor û bilez nayê kirin û wiha domand: “Li gorî xebata sala 2013’yan DMME’yê ji dosyayên winadayên bi zorê ji sedî 87 Tirkiye berpirsyar dît. Ligel mehkûmiyetên li qada navneteweyî jî hêjî li Tirkiyeyê pirsgirêka windakirinên bi zorê didomin.”

Turkdogan, wiha berdewam kir: “Di lîsteya welatên ku biryarên DMME’yê pêknayînin de Tirkiye di rêza duyemîn de ye. Di sala 2015’an de DMME’yê ji ber mafê jiyanê ya Mustafa Saygi yê beriya 21 salan dibin çavan de hat windakirin binpêkiriye Tirkiye mehkûm kir. Divê Komîteya Wezîran a Koseya Ewropayê bikeve dewrê. Komîteya Wezaretan binbartiyên tên dayîn bicih tînin an na dipoşîne. Li gorî biryarên DMME’yê divê Tirkiye hiqûqa navxweyî sererast bike. Ger vê nake tê wateya qanûna xwe binpê dike. Tê wateya li Tirkiyeyê daraz tune ye.”

BÊ CEZAKIRIN

Li Tirkiyeyê ne tenê “windakirinên bi zorê” di dosyayên infaza bêdaraz, cînayetên kiryar ne diyar ên navê peywirdarên dewletê têde derbas dibin de tu pêşketin tune ye. Ofîsa Mafê Mirovan a NY’ê diyar kir ku di du salên bihûrî de, di qedexeyên derketina derve ya bajarên kurdan de 2 hezar kes hatin qetilkirin lê derbarê peywirdarên dewletê de dozek nehatiye vekirin. Turkdogan, da zanîn ku “bê cezakirin” polîtîkaya dewletê ye û wiha got: “Dewlet ji bo mekanizmaya zextan bidomîne serî li bê cezakirinan dide. Ger wiha neke kesek nikare sivîlekê qetil bike. Dermanê bê cezakirinê jî destpêkirin rû bi rû bûn û pêvajoya heqîqetê ye.”

Parêzer Atakturk Sevîmlî, jî wekî mînakek din a bêcezakirinê demboriyê nîşan dide. Demboriya ku li Tirkiyeyê wekî 20 sal hatiye nîşandan, li gorî Atakturk Sevîmlî, di dosyayên windakirinên bi zorê de astengiya herî mezin a li pêşiya darizandinê ye.

PIRSGIRÊKA KURD

Di navbera salên 1980-1991’an de li Tirkiyeyê 13 kes bi zorê hatin windakirin. Piştî sala 1991’an zêde bûn û di navabera salên 1993-1994’an de kêm bû. Dema windakirin derketin holê, şerê qirêj ê li dijî kurdan dihat meşandin. Li gorî daneyên Navenda Hafizayê ji sedî 28 windahiyan li Amedê, 14 Şirnex, 13 Mêrdîn, 5 Êlih, 5 Colemêrg û sed3i 3 jî li Dersimê hatin jiyîn.

KOMÎSYONA HEQÎQETÊ YA OCALAN

Turkdogan, da zanîn çareseriya pirsgirêka kurd dê bibe çareseriya pisgirêka windahiyên bi zorê û wiha got: “Saziya Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocana dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Çima pêvajoya aştiyê hat bidawîkirin? Komisyona Heqîqetê gelek girîng bû. Di mijara Komisyona Heqîqetê de Tirkiyeyê gav neavêt.”

DAXWAZÊN BERIYA 25 SALAN HÊJI DERBAS DARIN

ÎHD’ê, derbarê windahiyên bi zorê di sala 1992’yan de kampanyaya yekemîn dabû destpêkirin. Daxwazên beriya 25 salan ên ÎHD’ê hêjî derbasdarin û di kampanayaya beriya 25 salan de xwestin “winda bên dîtin.”

Denîz Nazlim - dihaber