‘Li Tabqayê îşkenceya herî giran li kurdan hat kirin’

REQA - Welatiyê bi navê Ehmed Nehas ê li taxa El Weheb a Tabqayê di îşkencexaneyên DAÎŞ’ê de ma diyar kir ku li navenda jinên dîl hatin girtin de îşkenceya herî giran li kurdan hat kirin.”

Bajarê stratejik ê Tabqayê ku piştî pevçûnên 50 rojin ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hat rizgarkirin û paqijkirina bajar a ji mayînan berdewam dike. Her wiha operasyonên li dijî DAÎŞ’ê didomin û DAÎŞ’ên xwe li nav sivîlan diveşêrin û dixwazin birevin tên girtin. Bajarê ku wekî îşkencexaneya DAÎŞ’ê tê nasîn gelek girtîgeh û îşkencexane li bajar hene. Li îşkencexaneyên ku şervanan bidestxistine DAÎŞ’ê îşkenceyek çawa sistematik dida meşandin welatiyê bi navê Ehmed Nehas vedibêje.

NAVENDA ÎŞKENCEYÊ

Welatiyên Tabqayê diyar kirin ku piştî taxa Ayîd Saxîr îşkencexaneyên li taxa El Weheb derketine holê, di dema rejîmê de wekî nexweşxane dihat bikaranîn, piştî DAÎŞ’ê di sala 2014’an de bajar bi dest xist vir vegerandine îşkencexaneyê. Cihê îşkenceyê ku yek qate û du beşên cuda heye ji 15 hucreyan pêk tê. Li cihê wekî îşkencexane tê bikranîn beşek dadgeh beşek jî cihê girtî lê tê girtine. Hat diyarkirin ku îşkence li gorî hiqûqa şeriatê hatin amadekirin û girityên kurd jî li hucreyên cuda dihatin girtin. Her wiha jinên vir jî lê dihatin girtin.

JINÊN DÎLGIRTÎ JÎ DIHATIN GIRTIN

Ehmet Nehas, diyar kir ku kesên ku pêkanînên DAÎŞ’ê qebûl nedikirin û terzê jiyana wan ne dipejirandin dihatin girtin û wiha got: “Ez gelek caran ketim hundir û derketim. DAÎŞ’ê vir wekî navenda îşkencexaneya bajar bikar dianî. Jin jî li heman cihî dihatin ragirtin. Ji bo îşkence bi mirovan bikin kengî dixwestin hincetek didîtin.”

MUAMELEYA TAYBET A LI DIJÎ KURDAN

Nehas, anî ziman ku ji cih bigire mudaxeleyî hemû qadên jiyanê dikirin û wiha pêde çû: “Kesên li gorî wan tevnedigeriyan li vir dihatin îşkencekirin. Yek ji vana ez bûm. Dixwestin bi vî awayî civak û mirovan biçewisînin. Li vir kurd di odeyên cuda de dihatin ragirtin. Cihê îşkencekirina wan cuda bû. gelek îşkence bi wan dikirin, her roj her şev îşkence bi wan dikirin.”

CIHÊ BIRYARDAYÎNA ÎNFAZÊN KOMÎ Û ÎŞKENCEYAN

Nehas, da zanîn Sûka Navenda Tabqayê kirbûn cihê nîşandayîn înfaz û îşkenceyan û wiha axivî: “Li wir derbarê kesan de biryara înfaz û îşkenceyê dihat girtin. Ev îşkenceyên li pêş çavên welatiyan dihatin kirin, di encama dadgeha ku wan avakiriye de biryar dihat giritn. Kesên ku dê ser, dest an jî linge wan jêkiirban dibirin vir. Cihê ku cezakirinê jî Sûka Navenda Tabqayê bû. Hemû tiştên li vir dikirin îdîadikirin ku li gorî îslamê dikin. Lê kirinên wan eleqeya xwe bi tu olan re tune ye. Ji ber wê em ji vê re dibêjin îşkence.”

Nazim Daştan - dihaber