DAIŞ'ê ji malbatekê 11 kes kuştin

QAMIŞLO – DAÎŞ'êli Reqqayê ji malbatekê 11 kes kuştin. Piştî şervanên QSD'ê bi hawar wan çûn 4 kes ji DAÎŞ'ê bi saxî filitîn.

DAÎŞ'ê li Reqyayê ji malbata Mihemed Xelef 11 kes kuştin. 4 kes bi alîkariya QSD'ê xelas bûn. Li gorî nûçeya ANHA'ye Malbata Mihemed Xelef ku rastî zilm û zordariya DAÎŞ'ê hatin hewl dan ji bajêr derkevin. Malbata ku nekaribûn ji Reqqayê derkevin, man li heviya QSD'ê. Malbata ku ji ber zextan reviyan rastî komkujiya DAÎŞ'ê hatin. Malbata reviyan rastî astengiya DAIŞ'ê, hatin. DAÎŞ'ê bi darê zorê ew vegerandin bajêr, vê carê jî berê xwe dan mezraya Salihiyê ya kîlometreyekî dikeve bakurê bajarê Reqqayê û li wir li benda destekdayînê man. Lê malbat li mezrayê bû hedefa topên çeteyan, di encamê de 11 Endamên malbatê hatin kuştin û tenê 4 kes man. Derbarê detayên bûyerê de dayîka Ziheye Xelef ku keça wê Renîm (15), kurê wê Mihemed (13) û hevjînê wê Ibrahîm Xelef (40) hatin kuştin, bi çavên tijî hêsir wiha got: ¨Me nikarîbû xwe ji nava pençên çeteyan xelas bikin. Zarokên min, hevîjînê min, dayîk û bavê min û zarokên apên min li pêşiya çavên min hatin kuştin. Wê demê ez bêçare mam û ji ser hişên xwe çûm. Dema ku min çavên xwe vekirin, ez li nexweşxaneya Girê Spî bûm.¨ Şervanên QSD'ê Ziheye, xwîşka wê û herdû zarokên wê yên cêwî Cuheyne û Wîdad (10) xwe rakirin nexweşxaneyê. Ziheye spasiya şervanan kir û hêviya serkeftinê ji wan re kir. Beriya du rojan herdû zarokên cêwî rakirin nexweşxaneya Kantona Cizîrê da bêne dermankirin.

Navên Endamên malbatê yên ku hatin kuştin wiha ne¨Huda Yûsif (76), Xalid Xelef (80), Mihemed Xelef (13), Renîm Xelef (15), Ibrahîm Xelef (40), Yûsif Xelef (30), Huda Xelef (20), Umer Xelef (50), Ehmed Xelef (17) û Lema Xelef (15)¨.