KOCAELÎ - Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kandirayê, bi hinceta îdîaya 3 girtiyên edlî firar kirine heye gardiyanan bi ser odeyên girtiyên siyasî de girtin.
Zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kandirayê gardiyanan bi ser kawişên girtiyên siyasî de girtin. Li girtîgeha ku hat îdîkaririn beriya 10 rojan 3 girtiy^ne edlî yên cezayê muhebetê xwarine reviyane, reva girtiyan wekî hincet hat nîşandan û gardiyanan bi ser hemû kawişên girtiyên siyasî de girtine. Hat îdîakirin ku gardiyana dest danîne ser pirtûk û hemû amûrên li hundirin.