Cigirê Serokê Karên Diyanetê ji peywirê hat girtin

NAVENDA NÛÇEYAN - Cigirê Serokê Karên Diyanetê Mehmet Emîn Ozafşar ji peywirê hat girtin.

Di 20’ê Gulana 2017’an de biryarên ji peywirgirtinên Cigirtiya Serokê Karên Diyanetê û nûkirina endamên şureya dewletê di rojnameya fermî de hat weşandin. Li gorî biryara hatiye weşandin, Cigirê Serokê Karên Diyanetê, Endamê Perwerdehiya Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Mehmet Emîn Ozafşar ji peywirê hat girtin. Li şureya dewletê jî Aysel Demîrel, Şîrîn Unsel, Muharrem Ozkaya û Rasîm Aytîn ên endamtiya HSYK’ê bi dawî bûne hatin bicihkirin.