Li ser riya nexweşxaneyê ket cokê û jiyana xwe ji dest da

EDENE - Li Edeneyê welatiyê bi navê Hacî Tan ê 81 salî dema li ji bo biçe nexweşxaneyê ji malê derket ket cokê û jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Ulubatli Hasan a navçeya Yuregîra Edeneyê welatiyê bi navê Hacî Tan ê 81 salî di saetên serê sibê de ji bo biçe nexweşxaneyê ji malê derket û dem adi rêde diçû ji ber sedemek ne diyar ket coka avê ya Karên Avê yên Dewletê (DSÎ). Tan ê ku piştî ket cokê fetişi, heta gundê Alî Hoca li ber avê çû û welatiyên cenazeye wî dîtin agahî dan polîsan.

Polîsên hatin cihê bûyerê cenazeye Tan ji cokê derxistin. Cenaze ji bo otopdiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.

Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.