Tenê daxwaza wan piştevaniya manewî ye

ÇEWLÎG - Dosyeya cinayeta Hamdûllah Oge yê beriya hilbijartina 7'ê hezîranê li Kanîreşê hat kuştin hîn jî girtî ye. Hevjîn, zarok, dayik û bavê Oge li benda piştevaniyeke manewî ne.

Hamdûllah Oge yê beriya hilbijartina 7'ê hezîranê bi 3 rojan dema bi wesayîta hilbijartinê diçû malê, li gundê Karahamza yê Kanîreşa Çewlîgê gule lê hatin reşandin û hat qetilkirin. Ji wê rojê heta niha di dosyeya cinayeta Oge de tu geşedan pêk nehatine. Oge bavê 6 zarokan bû û zarokê wê yî herî mezin 14, yê herî biçûk jî 3 salî ye. Hevjîna Oge, Serhat Oge tevî zarokên xwe li gundê Yorgançayirê dijî. Serhat Oge ya bi sewalvaniyê debara zarokên xwe dike, naxwaze der barê qetilkirina hevjînê xwe de biaxive. Oge tîne ziman ku, ji dewletê tu bendewariyeke wê tune ye û tenê dibêje, ew di warê manewî te bi tenê hatin hiştin.

‘JI BER KURÊ MIN HDP'YÎ BÛ HAT QETILKIRIN'

Dayika Oge, Melek Oge (63) dest nîşan kir ku, ji ber kurê wê HDP'yî bû hat kuştin û wiha got:"Ji partiyê tenê daxwaza min ew e ku, xwedî li doza wî derkeve û bûyerê ronî bike. Partî ya me ye. Em ê di oxira wê de canê xwe jî bidin. Di vê partiyê de gelek mirov hatin qetilkirin. Rastî bûyerên kriyar neidyar hatin. Kurê min jî yek ji wan e. Ferqa wî tune ye. Ji ber vê tenê daxwaza min, dîtina kiryarê wî ye û neyê jibîrkirin e. Ev dewlet çi dike bila bike, lê em ê dev ji partiya xwe û têkoşîna xwe bernedin."

Oge dest nîşan dike ku, tu carî çewisandin û pêkûtiyên dewletê ji ser wan kêm nebûne û anî ziman ku, di salên 90'î de ji ber hevjînê wê partiyiyî bûye rastî gelek îşkenceyan hatiye û gelek caran bi mirinê gef lê hatibûn xwarin. Oge got, ji ber çewisandin û pêkûtiyên dewletê ji 8 zarokên wê 4 jê neçar mane biçin Ewropayê.

‘KULÎLKAN BERHEV DIKIN Û DIÇIN SERDANA BAVÊN XWE'

Oge anî ziman ku, ji ber ew û hevjînê wê extiyar in, nikarin alîkariya neviyên xwe bikin û ev wan diêşîne û diyar kir ku, ew ji kesî li benda alîkariyeke maddî ne. Oge ya ku hêstir ji çavên wê bariyan got, neviyên wê bêriya bavê xwe dikin û da zanîn ku, neviyên wê kulîlkan berhev dikin û diçin ser gora bavê xwe.

Oge ragihand ku, di doza kurê wê de biryara nepen didome û anî ziman ku, der barê pêvajoya dozê de tu geşedanek jî pêk nehatiye.