ÎZMÎR - 17 kesên di operasyona beriya bîranîna Îbrahîm Kaypakkaya de hatin binçavkirin 2 rojin di greva birçîbûnê de ne.
Federasyona Gelên Demokratîk (DHF), Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Partiya Yeketiya Şoreşger û Partîzan derbarê binçavkirinên dawî yên li dijî wan de li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê civînek çapemeniyê li darxistin.
Xwînerê Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG) Musa Boluk, daxuyanî xwend. Boluk, diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê 159 rojnameger di girtîgehê de ne û wiha got: “Di çarçoveya operasyona Îzmîrê de xenatkarê rojnameya Ozgur Gelecekê Kaan Horoz hat binçavkirin. Piştî di 1’ê Gulanê de 11 endamên wan hatin binçavkirin derxistine dadgehê û hatine girtin. Di operasyonên Îzmîrê de 17 kes bi hinceta tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bûne hatin binçavkirin. Kesên binçavkirî ku tê gotin dê ji hefteyekê zêdetir di bin çavan de bin ketine greva birçîbûnê.”
Boluk, anî ziman ew ê li dijî zextan têbikoşin û wiha axivî: “Rojnameya Ozgur Gelecek li ser riya rêheval Kaypakkaya rojev nirxandiye û ji bo rastiya rûpelan vebêje xebta meşandiye. Di vê têkoşîna zor de ligel hemû zext û êrîşan jî dê rastiya biparêze.”