ENQERE - Hevseroka Giştîya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ji bo kongreyê peyam şand û wiha got: "Peywira min a ji bo partiyê, gelê me û ji bo aştî u demokrasiyê bê navber berdewam dike. Ez bawer dikim ku em dê di vê fitlonekê de bi serkeftî derbas bibin. Ez peywira xwe Hevserokatiyê dewrî hevala xwe dikim. "
3'emîn Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) bi axaftin û peyaman berdewam dike. Di kongreyê de peyama Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku ji bo kongreyê ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê nivîsandibû hat xwendin. Peyama Yuksekdag ji aliye Serpil Kemalbay ku dipê wekî Hevseroka Giştî bê hilbijartin xwend.
Yuksekdag, di peyama xwe de hemû beşdarên kongreyê, delege û rêveberên HDP'ê silav kirin û wiha got: "Em di bin dorpêçkirinek zalim re di vê fitloneka zor û zahmet a dîrokê re derbas dibin. Ez hemû xebatkar û peywirdarê partiyê yên bi evîna azadiyê têkoşiyan tevan hembêz dikim. Di vê pevajoyê de gotina esasî gel anî ziman. Gel li dijî komkujî, şer, dîlgirtin, êrîş û nelirêtiyan bi serbilindî rawestiya. Me berî referandumê got em dê bi ser bikevin û em bi ser ketin. Evîndarên Qesrê êdî li hemberî dîrokê bê tesîr in. Gey qengala Qesr- AKP'ê veto kir. Kesên bi pusulayên bê mohr xwestin pêşeroja gelê Tirkiye mohr bikin xwe xapandin. Partiya me tevî hemû a stengî û êrîşan di vê pêvajoyê de li ser piyan ma. Yê ku di pêşerojê de jî pêşeroja Tirkiye diyar bike dîsa ev hêza me ya li ser piyaın e. Ya ku HDP dike HDP têkoşîna me ya rewa ye.
Partiya me bûye navnîşana kesên ku serî natewine, kesê koletiyê qebûl nake û partiya kesên ku li dijî rantxur, artêşa çekdaran, talanker û dagirkeran şer dike ye. Ger ku îro em li dijî OHAL û KHK'yan bêdeng bin, wê demê em piştgiriyê didin şer û rejîmê. Ji ber vê yekê têkoşîna me ya demokratîk dê bi biryar û israr bidome. Êdî em derbasî pêngava duyemîn a têkoşîna "Na" dibin. Têkoşina ji bo aştî, azadiyên polîtîkayê, azadiya ramanê, azadiya rexistinbûnê, edaletê dest pê dike. Li dijî zordariya pergalê tekoşîna qanûna bingehîn a azad û demokratîk dest pê dike. Ji ber vê yekê pêngava duyemîn a Na dest pê dike. Divê em jin, ciwan, dildarên azadi û demokrasiyê li kolan, kargerî, dibistan, meclîs û hemû qadên jiyanê platform û îtifaqan mezin bikin û pêş bixin.
Ez bawer dikim ku kongreya me ya ji ber neçariya zagonî kom bû, dê bi hêzek mezintir û rêxistinek xurtir pêş bikeve. Em di dîrok û pêvajoya fitloneyek dijwar re derbas dibin. Ez bawer dikim ku em dê serkeftî vê fitloneka dijwar derbas bikin. Ez ji mecbûrî û bi baweriyek mezin peywira xwe ya Hevserokatiyê dewr dikim. Bê guman di êrîşa tasfiyekirinê li dijî partiya me de êrîşa li dijî hevserokatiya jin a partiyê û piştre wekîlên jin Nursel Aydogan ne tesadufî ye. Ji ber nûnertiya jinê di qada polîtîkayê de pêş dikeve û mezin dibe jine dikin hedef. HDP sazîbûna hevserokatiyê ku nûnertiya jinê diparêze, meclîsa jinê, Koma Parlamentoyê ya Jinê û Tevgera Jinê ya Hevpar de heta dawî biparêze û her dem bibe hevî û baweriya milyonan jinan. Ez dibêjim rêya gelê me ya têkoşîna maf, edalet, demokrasî û azadiyê dimeşîne vekirîbe û serkeftinê dixwazim. Ez têkoşîna Nuriye Gulmen, Semih Ozakça û Kemal ê ji bo hestiyê kurê xwe di çalakiyê de ye silav dikim.
Ez ji Hevserokên Kongreyê û meclîsa partiyê re serkeftinê dixwazim. "
Piştî peyama Yuksekdag hat xwendin li salonê bê navber siloganên "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin.