Li Şirnexê rûyê perwerdehiya 'neteweyî'!

ŞIRNEX- Li Dibistana Seretayî ya Başagacê ya Şirnexê wêneyên leşker polîsan ên bi çek li deriyên polan ve hatin zeliqandin.

Li Dibistana Seretayî ya Başagacê ya Şirnexê, wêneyên leşker û polîsên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, hatin zeliqandin. Dîmenên ku wêneyên çek, tanq û balefirên şer jî li ser hene, ji hêla hind mamosteyan ve li ser medyaya civakî hatin weşandin. Her wiha li ser wêneyên bi tevahiya deriyên polîsan ve hatine zeliqandin de, kurtejiyana leşker û polîsên jiyana xwe ji dest dane jî cih digirin. Li ser wêneyan sloganên "Şehîd namirin, welat perçe nabe" jî balê dikişînin.