DERSIM – Li Dersimê, ber bi dawiya payîzê ve hemû rengên xwezayê bi ahengî xwe nîşan didin. Li gel şewata ji ber balafirên şerî û helîkopteran jî, ji çiyayên Mûnzirê heta Geliyê Pilemûriyeyê her der veguheriye cimbişa rengan. Dîmen bi awayekî efsûnî hem bala wênehezan û hem jî bala kesên li herêmên neqedexekirî digerin dikêşe.