Nobeda li Kadikoyê BİKG’ê dewr girt

STENBOL - Çalakiyên ji bo piştevaniya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Kadikoyê hatibû destpêkirin di roja 16’emîn de ji aliyê 5 jinên endamên BİKG’ê be dewr hat girtin.

Nobeda ku ji bo piştevaniya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên ji peywira xwe hatin avêtin li cadeya Yukselê ya Enqereyê di greva birçîbûnê de ne, li Kadikoy a Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 16'emîn de didome. Di çalakiya ku roja 16’emîn de ye pankartên “Bila karê Semîh û Nuriye paşde bên dayîn” û “Em mirinan na çareseriyê dixwazin” hatin vekirin de nobet ji aliyê 5 jinên endamên Hewildana Ji Bo Jinan Aştiyê (BİKG) ve dewr hat girtin.