Karkerên demsalî li Manîsayê rastî lîncê hatin

MANÎSA - Li navçeya Salîhli ya Manisayê karkerên demsalî, rastî êrîşa lincê hatin. Di êrîşê de karkerek birîndar bû.

Li gundê Çokelekê yê Navçeya Salihlî ya Manîsa karkerên demsalî yên zeviyan rastî êrîşê hatin. Pişti niqaşê alozî mezin bû û pevçûn derket. Piştî niqaş mezin bû koma 30 kesan bi çekan êrîşî karkeran kir. Di erîşa komê ya çekdarî de Karkerê çandiniyê Omer Saytekin birîndar bû. Piştî cendirme hatin cihê bûyerê alozî bi dawî bû. Saytekin û karkerên rastî êrîşê hatin glî kirin û xwestin êrîşkar bên cezakirin. Hat zanîn ku ji êrîşkaran kes nehat binçavkirin.

Saytekin, bertek nîşanî rayedaran û cendirmeyan da û diyar kir ku cendirmeyan li wî guhdar nekiriye û neheqî li wî kiriye.