NAVENDA NÛÇEYAN - Dê Serokomarê 11'emîn Abdullah Gul, beşdarî 3'yemîn Kongreya Awarte ya AK Partiyê ya ku dê sibê li Enqereyê bê lidarxistin nebe.
Ji bo ku careke din Serokomar Recep Tayyip Erdogan bibe serokê giştî yê AK Partiyê, dê sibê li Enqereyê 3'yemîn Kongreya Awarte ya AK Partiyê li Enqereyê bê lidarxisrin. Hat zanîn ku dê Abdullah Gul ê ku bi awayekî taybet ji bo kongreyê hat vexwandin beşdarî kongreyê nebe. Serokomarê 11'emîn Gul, piştî peywira xwe ya serokomartiyê biryar dabû ku ew ê tevlî tu bernameyên siyasî nebe û ev biryara wî ji bo kongreya AK Partiyê jî têbar e.