Hunermend Hozan Siyabend jiyana xwe ji dest da

NAVENDA NÛÇEYAN- Hunermendê kurd Hozan Siyabend jiyana xwe ji dest da.

Yek ji hunermendên salên 90'î yên muzîka kurdî Hozan Siyabend jiyana xwe ji dest da. Hozan Siyabend ê ji Qelqeliya Wanê ye, ev demeke dirêj bû ku li Wanê ji ber pençeşêra madeyê tedawî dibû. Hat hînbûn ku îro Siyabend ê bi albuma xwe ya bi navê "Sonda Mirinê" û stranên xwe yên bi navê "Fîrar", "Çavên Te", "Xewn û Xeyal", "Dayê Dayê" û hwd. tê nasîn ji ber xwînwerivîna mêjî li Wanê jiyana xwe ji dest da.