Dayikên Şemiyê 22 salin dipirsin: 200 sal jî derbas bibin em ê pipirsin

STENBOL - Dayikên Şemiyê yên ku ji bo li aqûbeta zarok û xizmên xwe yên winda bipirsin li Qada Galatasarayê her hefte çalakiyê li dar dixin, ketin sala xwe ya 22'yemîn. Dayikên Şemiyê, anîn ziman ku heke 200 sal jî derbas bibe ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Têkoşîna lêgerîna li aqûbeta zarokên xwe yên winda xwe dispêre salên 1970'yî. Cara ewil dayikên arjantînî, di 13'ê Nîsana 1977'an de ji bo zarokên xwe yên ku piştî derbeya leşkerî di bin çavan de hatin windakirin li Qada Plaza de Mayoyê dest bi rûniştinê kirin. Dayikên Plaza de Mayo'yê li gel hemû çewisandin û êrîşên dewletê jî dev ji lêgerîna ji bo zarokên xwe bernedan û piştî 30 salan ev têkoşîna wan bû sedem ku Jorge Rafel Vîdela'yê dîktator bê darizandin. Li Tirkiyeyê jî xizmên windayan ên ku îlhama xwe ji dayikên Plaza de Mayo'yê girtin, ji 27'ê Gulana 1995'an heta niha li Qada Galatasarayê li aqûbeta xizmên xwe dipirsin.

Ev çalakiya ku bi 4 malbatan dest pê kir û du nava du hefteyan de xwe gihand 30 malbatan, bi dehan caran rastî êrîşa polîsan hat. Hejmara Dayikên Şemiyê yên ku qet dev ji têkoşîna xwe bernedan û her hefte daketin Qada Galatasarayê û li aqûbeta zarokên xwe pirsîn her çû zêde bû. Di 27'ê Gulanê de dê 22 salên çalakiya Dayikên Şemiyê temam bibe.

ÇÎROKA WINDAKIRINA BIRAYÊ XWE VEGOT

Hasan Karakoç, birayê Ridvan Karakoç ê ku di 20'ê Sibata 1995'an hat binçavkirin û piştî binçavkirinê cenazeyê wî hat dîtin, çîroka windakirina birayê xwe vegot. Karakoç, anî ziman ku dema ku bi ser mala wan de hat girtin kekê wî Ridvan ne li mal bûye, paşê bi riya telefonê bi wan re xeber daye û ew vexwendine cihekî, lê belê dema ew çûne cihê randevûyê wan kekê wî nedîtiye. Karakoç, diyar kir ku paşê wan serî li gelek cihan daye û wiha got: "Em li her derê ku em difikirîn dê lê be geriyan. Lê me wî li tu derî jî nedît." Karakoç, dest nîşan kir ku Saziya Tiba Edlî li keyayê navçeya Tûtaxê ya Agiriyê geriyaye û keya jî agahî daye wan û wiha axivî: "Em çûn û me li dosyeyên wan nihêrîn. Me ew teşhîs kir. Me wî ji goristana bêkesan wergirt û ew defin kir."

‘ME TÊKOŞÎN KIR YEK'

Karakoç, anî ziman ku wê demê malbata Hasan Ocak ji ku kurê xwe kampanya da destpêkirin, çimkî wê demê li bajarên kurdan û Tirkiyeyê mirov dihatin qetilkirin û wiha axivî: "Dewlet rêbazeke şerê qirêj disepand. Di vê pêvajoyê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Kampanyay ji bo dîtina Hasan Ocak liv û tevgerek li vê êde kir. Wê demê ne mumkun bû ku mirov li hemberî vê xwe li nedîtiyê deyîne. Me û malbata Ocak biryar da ku em bi hevdu re bitêkoşin. Hasan û Ridvan li heman cihî bi heman awayî hatibûn qetilkirin û ji ber vê ew bûn du navên sembolîk. Bûn sembola têkoşîna windayan. Bi vê re me hêza xwe kir yek û me têkoşîna xwe xurt kir. Ji bo wan tiştekî ku bê kirin tune bû; lê me got bila piştî wan tu kesên din neyên qetilkirin. Ji bo kesên qetil kirin û ew windakirin bên darizandin me ev têkoşîn bi rê ve bir."

Karakoç, diyar kir ku wan biryar da ku ew li ber Lîseya Galatasarayê, li Altiyola Kadikoyê û Qada Azadiyê ya Bakirkoyê çalakiya xw li dar bixin. Karakoç, da zanîn ku paşê wan bes li ber Lîseya Galatasarayê çalakiyên xwe domandiye. Karakoç, anî ziman ku cîhanê têkoşîna wan ê lêgerîna dadê bihîstiye. Karkaoç, dest nîşan kir ku Tirkiye jî bihîstiye lê belê nayê hesabê wan û wiha axivî: "Ji ber ku wan winda kiriye naxwazin bibihîsin. Agahiyên ku li odeyên kozmîk veşartine agahiyên me ne. Agahiyên windakirinê, agahiyên der barê ku dewlet çawa biryar stendiye û dê polîtîkayê çawa bisepîne bi xwe ne. Naxwazin ev derkeve holê. Heke derkeve holê dê hemû têkiliyên qirêj ên dewletê derkevin holê."

‘LÊGERÎNA LI XIZMÊ XWE DIBÛ SEDEMA WINDAKIRINÊ'

Karakoç, anî ziman ku raboriya Tirkiyeyê raboriyeke kirêt û xwînî ye û wiha axivî: "28 komkujî kiirin. Ermenî qetil kirin. Ji bo daxwaza kurdan a azadiyê bitepisînin ev polîtîkayeke sîstematîk e." Karakoç, dest nîşan kir ku 22 salên din jî der bas bibin, 200 salên din jî derbas bibin ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha got: "Dê Tirkiye rûberî vê raborî û dîroka xwe ya qirêj bibe û dê hemû cîhan vî ruyê wê yê qirêj bibîne." Karakoç, balê kişand ser hevdîtina sala 2011'an bi serokwezîrê wê demê re û wiha got: "Wê serdemê hin hêviyên me çêbûn; lê meger bi hestên xwe lîstine. Li ber çavê hemû cîhanê derew li me kirin." Karakoç, diyar kir ku wê dema lêgerîna ji bo xizmên xwe yên winda dibû sedema windakirina di bin çavan de û wiha got: "Dema me dest bi vê têkoşînê kir, me ev tişt jî anîn ber çavên xwe. Dema em hatin ber Lîseya Galatasarayê em bi şehîdan hatin. Dema em bên binçavkirin, ji bo hûn bibin şahid me ew bi xwe re birin. Ev hest li her kesî heye. Me xatir ji hev dixwest û em ji hevd vediqetiyan."

‘EM EDALETÊ DIXWAZIN'

Emine Ocak, dayika Hasan Ocak ê ku di 21'ê Adara 1995'an de di bin çavan de hat windakirin û piştî 58 rojan şûnd ecenazeyê wî hat dîtin, anî ziman ku 22 sal in ku ew li zarokên xwe digerin û wiha got: "Em naxwazin ciwan bimirin. Em ji bo Hasan çûn; lê me bang li hemû kesên ku windahiyên wan hene kir û em çûn li Galatasarayê rûniştin. Me hemûyan girtin û xistin hundur. Li me dan."

Masîde Ocak, xwişka Hasan Ocak, jî anî ziman ku ewil windahî di salên 80'yî de çêbûne, lê di salên 95'an de jî windakirina di bin çavan de belav bûye.Xwişk Ocak, da zanîn ku kekê wê Ocak di salên 86-87'an de du caran hatiye binçavkirin û wiha axivî: "Me tiştek dizanibû; heke Hasan têkeve nav destê hêzên dewletê dê wî sax nehêlin. Dema Hasan hat binçavkirin bi awayekî zêde em ketin nav liv û tevgerînan." Ocak, diyar kir ku piştî van lêgerînan wan kampanya daye destpêkirin û wiha got: "Hasan ne mirovê ewil e ku di bin çavan de hatiye windakirin. Me dixwest Hasan windahiyê dawîn be." Ocak wiha domand: "Heke em çi qas behsa Hasan û windahiyên me yên din bikin, çi qas mirov pê bihesin û bibihîsin em ê ewqasî nêzî Hasan û windhaiyên xwe yên din bibin. Em li ser vê fikrê tevgeriyan. Ji civînên 10 kesan ên sendîkayan heta mîtîngên ku bi 10 hezaran kes tevlî wan dibûn, li her deverê me wêneyên Hasan û hemû windayan hilgirtin, pankart vekirin."

‘PIŞTÎ SALEKÊ ŞÛN DE BÛ 5 HEZAR'

Ocak, diyar kir ku di 95'an de muxalefeta civakiyî hîn bêtir pêşve çûbû û wiha got: "A rast me digot bila mezin be û ya me be. Em bi vê fikrê tevgeriyan û ji ber vê mezin bû. Di dawiya vê kampanyayê de me xwe gihand gorên Hasan, Ridvan û Ayşenûrê. Piştî vê xizmên hemû windayan hatin gel hev û me Dayikên Aştiyê da destpêkirin." Ocak, da zanîn ku dema ew ewil li Galatasarayê rûniştine ew 4 malbat bûne û wiha got: "Me got bila dawî li windakirnên bin çavan bên, bila windayên me radestî malbatên wan bên kirin, bila berpirsiyar bên darizandin." Ocak, anî ziman wan bi 4 malbatan dest pê kiriye, lê salek şûn de ev bûye 5 hezar.

Ocaka, dest nîşan kir ku dema ew li Galatasarayê rûniştin Duzgun Tekin, Fehmi Tosun, Talat Turkoglu, Abdullah Canan, zarokên kerboranî hatin windakirin û wiha axivî: "Me vê dizanibû, divê hîn bêtir dengê me derkeve. Hîn bêtir tevbigern. Wê serdemê tenê em li ser vê hûr dibûn. Me dev ji xwe berdabû." Ocak da zanîn ku, hejmara kesên di sala 94 û sala 95'an de hatine windakirin wek 390 tê diyarkirin. Ocak, got ku dema ew hatin sala 99'an ev hejmar daket 9'an.

BI GAZA ÎSOTAN ÊRÎŞÎ DAYÎKAN KIRIN!

Ocak, anî ziman ku piştî çalakiyên 15'ê Tebaxa 1999'an ew tim rastî mudaxlieyn hatine û wiha got: "Li kuderê me bidîtanan em bin çav dikirin. Hema bêje daketina me ya Îstîklalê, Takîsmê hat qedexekirin. Lê em bi israr bûn û he rçûn. 30 hefteyan ev wisa domand. Li vî welatî çalakiya rûniştinê ne awayê çalakiyê bû. Galatasaray ne qada çalakiyê bû. Bi Dayikên Şemiyê r Galatasaray veguherî qadeke çalakiyê." Ocak, dest nîşan kir ku wan di 13'ê Adara 1999'an de navber daye çalakiyên xwe û wiha axivî: "Dê têkoşîna me berdewam be, lê belê me got şert û şirûtên me yên ku em biçin Galatasarayê neman. Me navber dayê. Lê wek xizmên windayan em tu carî ji hev veneqetiyan. Dîsa me bi hev re gotina xw egot. Dîsa li her derî em bi hev re bûn."

‘BILA HER KES DESTÊ XWE TÊXE BIN KEVI'

Ocak balê kişand ser hevdîtina ku di 2011'an de bi serwezîrê wê demê re hat çêkirin û wiha diyar kir: "Çi dibe bila bibe bi vê hevdîtinê re em li ber çavê vê dewletê rewa bûn. Ev tişta herî girîng bû. Di heman demê de bi vê hevdîtinê re hikûmeta vî welatî windakirina di bin çavan de qebûl kir." Ocak balê kişand ser komîsyona ku piştî hevdîtinê hat avakirin û wiha got: "Komîsyona ku Meclîsê ew ava kir, got ku Cemil Kirbayir di bin çavan de bi îşeknceyê hatiye kuştin. Lê dozger dibêje ku, ji bo ez îşkencekaran ceza bikim divê hûn gorên wan bidin min, hestiyên wan bînin, ez ê ji hestiyên wan fêm bikim ka îşkence li wan hatiye kirin an na. Ji xwe ya 30-35 sal in lê tê gerîn perçeyeke hestî ye. Li van eywanên dadgehan bi rastî jî dozger biryarên ku wek henekê xwe bi malbatan bikin didin."

Ocak, dest nîşan kir ku êdî nifşê 3'yem li Galatasarayê dest bi rûniştinê kiriye. Ocak, diyar kir ku ji bo rûberîkirinekê divê hemû civak destê xwe tê bin kevirekî û wiha got: "Li vî welatî me tiştekî zaf girîng bi dest xist. Me li pêşberî windakirina di bin çavan de bendek kişand. Li gel vê em ji bo rûmeta mirovan jî têkoşiyan."

Ocak, herî dawî divê tu kes ji bo windayan xwe li bêdengiyê daneyîne.

Sadiye Eser - dihaber