ŞIRNEX – Di ser operasyona ku li herêma Kato Jîrka hatibû destpêkirin re mehek derbas bû. Her çi qas nûçeyên weke “Kato hat paqijkirin” derbas bibin jî heya niha leşkerên tirk tenê operasyonên xwe li têketina herêmê li dar xistine. Li gel veguhastina leşleran jî her roj heman herêm tên bombebarankirin.
Operasyonên li Şirnexê piştî qedexeya 18'ê Nîsanê li sedan herêman hatî îlankirin dest pê kiribûn berdewam dikin. Bi taybetî jî operasyon li Çiyayê Kato Jîrka ku li navçeyê Elkê ye û herêma Besta ku girêdayî navenda bajêr e zêdetir bûne. Têketina van herêmên ji ber ku operasyon lê berdewam dikin hatiye qedexekirin û ji ber vê yekê bi sedan koçerên her sal diçûn herêmê nikarin pezê xwe xwedî bikin. Li gel hezaran leşkeran bi sedan cerdevan jî tevlî van operasyonan dibin û heya niha gelek leşker mirine û gelek leşker û cerdevan jî birîndar bûne.
WESAYÎTÊN ÎDAREYA TAYBET A BAJÊR LI HERÊMA OPERASYONÊ NE
Hema bêje her roj Çiyayê Kato Jîrka didin ber hewanan û ji helîkopteran herêm tê gulebaran kirin. Li gel vê yekê leşker û cerdevanên nikarin li cihê operasyonê îdare bikin jî, her roj bi helîkopteran tên veguhastin. Nêzî 500 leşker û 400 cerdevan tevlî operasyona ku li vê herêmê berdewam dike dibin. Li gel sewqiyata leşkerî gelek wesayîtên kar yên Muduriyeta Karên Avê ya Şirnexê ji bo rê û şikeftan vekin şandine cihê operasyonê. Ev wesayîtên hatine şandin ji bo deriyên şikeftan vekin hatine şandin û dem dem jî ji bo şikeftên deriyê wan werin girtin tên bikaranîn.
OPERASYON TENÊ LI CIHEKÎ BIÇÛK BERDEWAM DIKE
Li gel agahiyên “hat paqijkirin” ya çapemeniya alîgir, li Kato Jîrka operaysonên leşkerî li qadên Deriya Mala, Meydan Kolya û hin çoltarên li têketina herêmê dikevin berdewam dikin. Leşkerên ku ji ber operasyonan dixwazin bikevin nav herêmê jî li ser pevçûnên dijwar paş ve dikişin. Leşker û cerdevanên ku li hin ketina şikeftan lêgerînê pêk tînin her tim bombeyên gazê û bombeyên destan diavêjin hindurê şikeftan. Leşkerên ku her ciheke didin ber topan nikarin bikevin kurahiya şikeftan û cerdevan pêşengiyê operasyonan dikin.
BERAZ HATIN BOMBEBARANKIRIN
Her wiha agahiyên welatiyên li gundê nêzî herêmê dijîn didin jî daxuyaniyên fermî vala derdixin. Çavkaniyên herêmî nûçeya “7 PKK’yî hatin kuştin” a rojên borî de de derketibû jî bi gotinên “Cerdevan çûn cihê hat bombebarankirin lê dîtin ku komek beraz hatine kuştin” derewandin.
GELO ARMANC FERAŞÎN E?
Li gel hemû van agahiyan, ji ber ku herêma Kato di heman demê de cîranê herêma Feraşîna ku di sêgoşeya Colemêrg-Wan-Şirnexê de dimîne zêdetir balê dikişîne. Nexwe hem amdekariyên avakirina noqteyên kontrolê û noqteyên leşkerî yên li ser riya diçe Feraşînê wek îhtimala bi germbûna hewayê operasyona li hemberî Feraşînê tê nirxandin.