AMED - Zarokê bi navê Rojvan ku hîn 5 mehî bû tevî dayika xwe 3 mehan li girtîgehê hat ragirtin, piştî ku tevî dayika xwe ji girtîgehê derket vê carê jî bavê wî hat girtin. Rojvan ê ku bavê xwe di girtîgehê de nas kir, niha jî bû mehkûmê riya girtîgehê.
Zarokê bi navê Rojvan (1), di 5 mehiya xwe de 3 mehan tevî dayika xwe di girtîgehê de ma û bavê xwe jî di girtîgehê de nas kir. Rojvan piştî 3 mehan şûn de ji girrtîgehê derket, lê vê carê jî bavê wî hat girtin û ji riya girtîgehan xelas nebû. Dayika Rojvan ya bi nav Leyla Eleftoz Baran di 11’ê Îlona 2016’an de bi hinceta “Endamê rêxistinê ye” hat girtin û Rojvan jî nikarî ji dayika xwe qût bibe û piştî rojekê, rojên girtîgehê ji bo wî jî dest pê kiribû. Rojvan nikarî dev ji şîrê dayika xwe berde û ji ber vê yekê 3 mehên xwe di girtîhegê de derbas kir.
BAVÊ XWE GIRTÎGEHÊ DE NASKIR
Rojvan bû rewşa girtiyên jin lê ji neyîniyên girtîgehê jî paya xwe girt. 3 mehên girtîgehê neyîniya psîkolojîk ji li ser Rojvan kir û ev yek bandor li tendûristiya wî ji kir. Rojvan, bavê xwe Ahmet Baran di hevdîtinên girtîgehê de nas kir û bi girtîyan re 3 mehên zor û zehmet derbas kir. Rojvan dema gihişt azadiya xwe hêdî hêdî bavê xwe naskir û ev car bavê wî hat girtin. Ahmet Baran di 13’ê Nîsanê hat binçavkirin û ji ber dozên wî yên bere 16’ê Nîsanê hat girtin.
Rojvan 3 mehên xwe yên girtî di hefte de carekê saetek bi bavê xwe re derbas kir û hê nû li ser piyan ketî ji bo dîtina bavê xwe berê xwe dide riya girtîgehê. Rojvanê ku girtîgehê de pirsgirîkên psîkolojîk derbas dikir, carek din bi girtina bavê xwe bi pirsgirîkên psîkolojîk ve rû bi rû ma. Dayik Leyla Eleftoz Baran ku bi serê xwe Rojvan mezin dike, rewşa psîkolojîk ya sebiyê xwe vegot.
PIŞTÎ 3 MEHÊN GIRTÎGEHÊ HÎN JÎ HÎNÎ CIVAKÊ NEBÛ
Baran, anî ziman ku Rojvan dema di girtîgehê de bû psîkolojiya wî xerab bûye, ji ber ku bi girtiyên jin re maye naxwaze biçe cem mêran. Baran, bi lêv kir ku piştî girtîgehê Rojvan hînê civakê nebûye û wiha vegot: “Li ser van pirsgirêkan Rojvan dibin psîkîyatriyê. Hêdî hêdî nêzî bavê xwe dibû û polîsan bi ser malê de girt û bavê wî binçavkirin. Bi girtina bavê wî re pirsgirêkên psîkolojîk ji nû ve dest pê kirin.”
‘EZ NIKARIM JI GIRTÎGEHÊ DERXIM’
Baran, diyar kir ku ew jî rojên zor û zehmet derbas dike û wiha berdewam kir: “Bi taybetî jiyana Rojvan ji nû ve dest pê dike. Dema em diçin girtîgehê dîtina bavê wî, ez nikarim ji girtîgehê derbixim. Rojvan hê sebî bû ev roj dîtin dema nava salan de biçe dê çawa bibe nizanim. Hê 5 mehî bû ket girtîgehê, dema derket jî rastî zordestiyên dewletê tê.”
‘LI ODEYÊN MALÊ LI BAVÊ XWE DIGERE’
Baran, anî ziman ku Rojvan fêrî gotina “Bav” bûye û derbarê rewşa Rojvan ya heyî de ev tişt gotin: “Ev meheke bi ser piyan ketiye û destê min digire û li odeyên malê li bavê xwe digere. Dibê qey bavê wî li pişta deriyan xwe veşartiye. Ji ber vê yekê hemû deriyan vekirî dihêlin. Lê çavê wî her tim li deriyan dimîne. Dema em bi hev re di girtîgehê de bûn her tim wêneyên bavê wî deste wî de bûn. Niha jî kîjan wêne bibine dibê qey bavê wî ye û dest bi girî dike. Ji ber vê yekê naxwazim Rojvan bibim girtîgehê û li girtîgehê bavê xwe bibîne. Ji ber ku dema em vedigerin xerab dibe û nexweş dikeve.”
Baran, da zanîn ku li heremê rewşa gelek zarokan wek a Rojvan e û axaftina xwe wiha dawî kir: “Hêviya min ew e ku zarok û sebî ji van rewşan dûr mezin bibin. Lê mixabin li heremê ev yek pêk nayê. Ji ber ku nasnameya me ya kurd, ji jiyan kirina vê yekê re bes e.”
Ozgur Paksoy / Nurî Akman - dihaber