ÎZMÎR - Psikolog Dogan Korkmaz, der barê dîmenen perçekirî yên tîmen tevgera taybet ên polîs û leşker di malperên medyaya civakî de belav dikin de destnîşan kir ku DAÎŞ'ê jî heman hovîtî pêk dianî û leşker û polîs jî heman tiştî li ser ciwanên kurd pêk tînin.
Tîmên Tevgera Taybet ên polîs û leşkeran dîmemên bedenên perçekirî yên ciwanên kurd bi riya medya civakî belav dikin û hovîtiya xwe bi cemaweriye re parve dikin. Ter barê van dîmenên bedenên perçekirî û derûniya tê avakirin de Derûnînas (psîkolog) Dogan Korkmaz nirxandin kirin. Psikolog Dogan Korkmaz, diyar kir ku ev polîtikayên hovîtiyê bêtir hestên parastinê yên ciwanên kurd pêş dixe û wiha got: "Hovîtiya li ser bedena bêruh tê meşandin hem zindî ye û hem jî mirî ye. Aliyê zindî aliyê polîtîk e. Feratesa wekî wan difikirin û hovîtiyê pêk tînin hêj didome. Peyama 'Hûn mafê xwe bixwazin ev tişt dê bê serê we jî' didin.
TIRKIYE WELATÊ KESÊN BÊGOR E
Korkmaz, anî ziman ku îktidara siyasî, armanc dike ku li şûna civaka îsyankar û serhildêr, civaka ku îteat dike û bêdegn ava bike. Korkmaz, da zanîn ku ji ber vê yekê îktîdara siyasî serî li rêbazên ku civakê bê hafiza bihêle dide û wiha got: "Sembola şoreşê Che Guevara jî li cihekî ku kes nizane hatiye defin kirin. Gora Salvador Allende jî tune ye. Li Tirkiye jî gora îsyankar û serhildêran tune. Ev kevneşopiya dewletê ye. Di kevneşopiya dewletê de bêgor hiştin heye. Tirkiye welatê bêgoran e. Ji salên 1990'an heta niha tu tişt nehat guhertin. Hêj gorên kesên hatin kuştin tune. Hêj cenazeyên keç û xortên di şer de jiyana xwe ji dest dan nadin malbatêm wan. Hêj Kemal Gun zêdeyî 80 roje ji bo hestiyê kurê xwe di greva birçîbûnê de ye. Hêj ceazeyên ciwanên li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kirin nadin malbatên wan. Hêj di hişê civakê de cenazeyê Aziz Guler 60 rojan li ser sînor hatiye rawestandin. Dixwazin bi vê yekê peyama 'Ev dê bê serê we jî. "
DIXWAZIN DERÛNIYA KURDAN TUNE BIKIN
Korkmaz, bal kişand ser hovîtiya JOH û HOP'ê yên li ser cenazeyên ciwanên kurd dimeşînin jî û wiha got: "Dixwazin bi van pekanînan derûniya kurdan tune bikin. Lê ev yek li şûna kurdan bitirsîne û dûr bixe bêtir wan sor dike. Li şûna gavan paş ve bavêjin bêtir geş dibin. Pêkanînên leşker û polîsan cureyekî şerê taybet û derûnî ye. Ciwanên kurd bi van polîtîkayan puç nabin û nahilin. Dijberî vê yekê bêtir li têkoşîna xwe xwedî derdikevin. Avêtina keviran a zarokên kurd ji ber van pêkanînên leşker û polîsan pêş ket. Çiqas tundî zêde dibe bertek jî ew qas zêde dibin. Dema zarokên kurd maşîna polîsan û leşkeran dibîne bi awayekî xwezayî bertek nîşan dide û dixwaze kevir bavêje. Ev encama tundî û polîtîkayên dewletêye. Hêrsa ciwan û zarokên kurdan a li dijî polîsan e. Kevir avêtin hesta parastinê rewa ye.
Li gorî îktîdara siyasî miriyên bê qîmet sembola "Nirxên divê bên kuştin e' Îktîdara siyasi vê yekê her dem bi riya medyayê jî belav dike û wekî kesên bê qîmet nîşan dide. Medya jî bi şerê taybet li ser hişê mirovan bandora "Bê qîmet" çê dike. Tişta ku polîs û leşker dimeşînin ne ji ber derûnuiyawan a xera be ye. Bi temamî şerê taybet û şerê derûnî ye. Ev cureyeki şerê derûnî û şerê taybet e. Ev aqil û hişê dewleta serdest e.
Pêkanînên leşker û polîs li ser bedena kurdan dimeşîne û pêkanînên DAÎŞ'e heman tişt e. Ev rêveberiya hovîtiyê ye. Ji ber ku hişmendî û feeraset yek e. Dixwazin tirsê pêş bixin û bi tirsê her tiştî kontrol bikin û têxin bin destê xwe.
Gokhan Oner - dihaber