WAN - Qeyûmê Şaredariya Şaxê Haci Asim Akgul, xwest nûçeya me ya “Navê Tahîr Elçî anî xwarê navê cerdevan hilwîst” biderewînê lê bi xwe nûçe piştrast kir. Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Cahît Bozbay diyar kir ku qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin hiqûqa xwe pêk tînin.
Qeymeqamê navçeya Şaxa Wanê Haci Asim Akgul ê wekî qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin piştî hat ser kar navê hemû parkên ku şaredariya DBP’ê danîbûn guhertin. Akgul, îdîakir ku nûçeya bi sernavê “Navê Tahîr Elçî anî xwarê navê cerdevan hilwîst” a beriya çend rojan di malpera me de derketî rastiyê venabêje. Lê di heman daxuyaniyê de nûçe bi van gotinan piştrast kir: “Di encama lêkolîn û lêpirsînan de derketiye holê ku ji bo navê Parkê bikin Parka Parêzer Tahîr Elçî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve tu biryar ne hatiye dayîn. Ji ber vê yekê Serokatiya Şaredariya Şaxê bi biryara 09 Sibat 2017 ji bo navê Şehît Alî Ogun ê ku ji hêzên cerdavanane bê dayîn dayiye ber erêkirina îdara mulkî… ji ber vê yekê tiştên di tora civakî de hatine nivîsin ji rastiyê durin û spekulasyonin. Ger malbata Parêzer Tahîr Elçî daxwaz bike û ger guncaw bê dîtin dikare navê wî li cihekê din bê jiyandin.”
Derbarê mijarê de Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Cahît Bozbay, axivî û diyar kir ku ji bo partka ji 1000 metrekare kêmtire, çêkirin, sererastkirin û nav jêre bê dayîn aîdî şaredariyên navçeyê ne û navê Tahîr Elçî ji aliyê meclîsa şaredariya navçeyê ve hatiye dayîn
‘NAVÊ TAHÎR ELÇÎ JI ALIYÊ MECLÎSA ŞAREDARIYA NAVÇEYÊ VE HATIYE DAYÎN’
Bozbay, da zanîn ku biryarên şaredariya navçeyan digirin ji îdara mulkî re tê ragihandin û wiha got: “Birayarên tên girtin ji Amîrtiya Îdara Mulkî re jî tê şandin. Navê Tahîr Elçî ji aliyê meclîsa şaredariya navçeyê ve hatiye dayîn. Jêkirina tabeleya navê Tahîr Elçî dijqanûnî û dijhiqûqî ye. Bi taybet ne exlaqî ye. Tahîr Elçî rewşenbîrek û hiqûqnasek bû û dema banga aştiyê dikir hat qetilkirin. Qeymeqam got ‘pêvajoya hiqûqî bidawî bûye’ û jê kir em jî vê bipirsin; We bi kîjan asta hiqûqê ev nav rakir? Kîjan Meclîsê ev biryar girt? Meclîsa kîjan şaredariya mezin kengê kom bû? Ev biryara kîjan vînê ye?”
SEROKÊ BAROYA WANÊ TÎMUR: BÊRÊZIYA LI HEMBERÎ BÎRANÎNA TAHÎR ELÇÎ YE
Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur jî anî ziman ku ew ê li dijî daxistina navê parka Tahîr Elçî hewldanên pêwîst bikin û wiha axivî: “Daxuyaniya qeyûmê Şaxê daye rastî venabêje. Bi armanca spekulasyonê hatiye dayîn. Li gorî qanûna hejmar 5216 a Şaredariya Bajarê Mezin û hejmar 5393 ya Şaredariyê meclîsa şaredariyên navçeyan dikarin nav bidin parkan û biryar wekî agahî didin şaredariya bajarê mezin. Fermana erê kirinê jî di destê amîrtiya mulkî ye. Ji ber vê yekê biryara derbarê parka ku navê Tahîr Elçî lê hatiye kirin a amîrtiya mulkî ye. Ji bo bîranîna Tahîr Elçî zindî bê hiştin û bi armanca wefayê li ser daxwaza raya giştî navê Tahîr Elçî li gelek bajaran tê jiyandin. Tahîr Elçî bi têkoşîna ji bo dîrok û çand bê parastin û aştî pêk were dayî hat nasîn û bû malê civakê. Daxuyaniya qeyûm a ‘ger malbata Parêzer Tahîr Elçî daxwaz bike û ger guncaw bê dîtin dikare navê wî li cihekê din bê jiyandin’ bêrêziya li hemerî bîranîna Tahîr Elçî. Hêviya raya giştî ewe ku ji vê şaştiyê vegerin û navê Tahîr Elçî ji nûve li parkê bê kirin.”