Li Bursayê polîsan ciwanek kuşt

BURSA - Li Bursayê polîsan ciwanê bi navê Mert Atar ê 19 salî kuşt.

Li kolana Kartal a taxa Beyazit a navçeya Yildirima Bursayê hat diyarkirin ku dema ciwanê bi navê Mert Atar ê 19 salî ji bo tiryakê bigire ket malekê, dema polîsên herêm kontrol dikin dibîne dest bi revê dike. Hat îdîakirin ku Atar li kolana Yilmaz ji aliyê polîsan ve hatiye girtin, pehîn li polîsên ku nasnameya wî xwestine daye û di rageşiya derketiye de çek ketiye erdê û ji ber gule berdaye Atar bi giranî birîndar bûye.

Atar ê ji pişta xwe birîndar bû, ji aliyê yekîneyên tenduristiyê yên bi ambulansa hatin cihê bûyerê ve mudaxeleya destpêkê hat kirin û piştre rekirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yuksek Îhtîsasê. Atar ne hat rizgarkirin. Piştî Dozgerê Komarê li cihê bûyerê lêkolîn pêk anî derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.