DERSIM - Serdozgerê Komarê yê Dersimê îdîanameya der barê Hevşaredara Dersimê ya girtî Nurhayat Altun de temam kir û bi daxwaza 22.5 sal ceza doz vekir.
Serdozgerê Komarê yê Dersimê îdîanameya der barê Hevşaredara Dersimê Nurhayat altun a di 16'ê Mijdara 2016'an de de hat girtin temam kir. Dozger bi îdîaya "Rêveberiya rêxistinê" der barê Altun de ji 15 salan heta 22.5 salan cezayê girtîgehê xwest. Îdîaname ji 113 rûpelan pêk tê. Doz dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dersimê bê dîtin. Îdîanameya der barê Altun de hat amadekirin ji 22 daxuyaniyên ku di navbera 2015 -2016 'an de li Dersimê pek hatin û Altun beşdar bûne pêk tê. Dîsa ji ber ku Altun beşdarî meş, daxuyanî, merasima cenazeyan û ziyaretên goristanan bûye wekû sûc hatiye dîtin. Dîsa
xebatên Altun ên di nava KCD'ê de jî wekî xebatên rêxistinî tên pênasekirin. Altun dîsa ji ber beşdarbûn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Dersimê û axatinên we tê tawanbarkirin.
Yekemîn rûniştina doza Altun dê di 3'ê Tebaxê de li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dersimê bê dîtin.