Greva birçîbûnê di roja 87’emîn de ye: Cenaze rênekirine

DERSIM - Kemal Gun ê 70 salî, ji bo hestiyên kurê xwe bigire 87 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye diyar kir ku ji bo rêkirinê cenaze ne dane kargoyê, bi zanebûn pêvajoyê dirêj dikin û cezakirina wan didome.

Kemal Gun ê 70 salî ji bo ku cenazeyê kurê xwe Murat Gun ê DHKP-C'î yê li geliyê Çet a Dersimê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da bigire 87 roj in li Parka Seyîd Riza di greva birçîbûnê de ye. Piştî hevdîtina baroyên Amed û Dersimê yên bi walî û dozger re ligel hat gotin ku ji bo hestiyên li Meletiyeyê ne ji bo radestî malbatê bêkirin dne kargoyê jî hêjî tu pêşketinek tune ye.

Kemal Gun bertek nîşanî rewşê da û wiha got: “Destpêkê hat gotin u cenaze dane kargoyê. Piştre gotin dê bidin kargoyê. Piştre bi riya parêzeran em hînbûn ku cenaze nedane kargoyê. Ji ber daxuyaniya baroyan di nava gel de têgeha pirsgirêk hatiye çareserkirin avakiriye. Ji bo radestkirina cenaze tu aliyê fermî tiştek ne hatiye gotin û bi me re neketina nava têkiliyan.”

Gun, da zanîn ku ew li hêviyên ne ku soza ji bo radestkirina cenaze hatiye dayîn bigirin û wiha axivî: “Ger bixwazin dikarin cenaze di demek kin de radestî me bikin. Bi zanebûn dirêj dikin. Bêhndana 19’ê Gulanê jî derbas bû. Dema ew bêhn didin me ceza dikin.”

Kemal Gun ê ku rewşa tendirûstiya wî xira dibe anî ziman ku heta cenazeye kurê xw negire dê çalakiya xwe bidomîne.