STENBOL - Bloka Aştiye mudaxaleya polîsan a li dijî kesên ji bo piştgiriya Akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça li Kadikoyê pêk hat bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça 74 rojin li Kolana Yukselê ya Enqereyê ji bo mafê xwe bixwazin di çalakiya gireva birçîbûnê de ne. Ji bo piştgiriya Gulmen û Ozakça çalakiya piştevaniyê ya "Nobeta piştevaniyê" li qada Khalkedon a Kadikoyê berdewam dike. Çalakiya Nobeta Piştevaniye rasti mudaxaleya polîsan hatibû. Îro Bloka Aştiyê bi daxuyaniyekê êrîşa polîsan şermezar kir. Hevberdevka Bloka Aştiyê Zelal Ekinci, bertekên xwe anîn ziman û diyar kir ku ew dê her dem li cem têkoşerê jiyanê cihe xwe bigirin.
Ekinci anî ziman ku 150 hezar kedkarên cemaweriyê neheq ji kar hatine dûrxistin û ew dê mafê wan biparêzin û parastina mafan berdewam bikin. Ekîncî, êrîşa polîsan a li dijî çalakgeran şermezar kir û xwest mafê Gulmen û Ozakça dîsa bê îadekirin.