ÇORUM - Girseya ku xwest Îbrahîm Kaypakkaya li ser gora wî bi bîr bînin rastî astengiya cendirmayan hatin.
Girseya ku xwest di 44’emî salvegera qetilkirina Îbrahîm Kaypakkaya de wî li ser gora wî ya li gundê Sungurlu Karakaya ya Çorumê ye bi bîr bînin rastî astengiya cendirmeyan hatin. Welatiyên bi dirûşmeyan hatin meydana gund li vir pankart vekirin û ber bi goristanê ve meşiyan. Dema kîlometreyek mabû ji goristanê re gire rastî barikata leşkeran hat. Leşkeran biryara walîtiyê wekî hincet nîşan da û destûr neda girseyê.
Birayê Kaypakkaya Alî Ekber Kaypakkaya diyar kir ku di nava komê de wekî malbata wî komek ji 10 kesan pêk tê diwaxin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Leşkeran jî bi hinceta biryara qedexeyê ya ji aliyê walîtiyê ve hatiye dayîn destûr neda daxuyaniyê.
Birayê Kaypakkaya Alî Ekber Kaypakkaya, bi gotinên “Em malbata wî ne. Biryarekî li dijî mafê mirovan û azadiyê nayê girtin. Dest ji vê biryara dijqanûnî berdin” bertek nîşanî astengiya leşkeran da. Li ser bertekan leşkeran destûr ji kesên di dereceya yekemîn de ne xizmin da. Alî Ekber Kaypakkaya, wiha got: “Biryara hatiye girtin biryarek dijqanûnî ye. Tu rewabûna biryara dijqanûnî tune ye.”