STENBOL - Li Bagcilara Stenbolê kesên meha Gulanê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bi bîranîn.
Rêxistina HDP’a Bagcilarê bi aramanca kesên meha Gulanê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîrbînin li avahiya navçeya çalakiya biranînê li darxist. Di bîranîna ku bi sedan kes tevlî bûn de dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Di bîranînê de Cuneyt Karabey ê HDP’î axivî û eiha got: “em ê tu caran şehîdên meha Gulanê ji bîr nekin. Wan hevalan rê ji têkoşîna piştî xwe bê berdewam kirin vekirin.”
Endamê MEYA-DER a bi KHK’ê hatiye girtin Hasan Korkmaz anî ziman ku ew ji bo têkoşîna zarokên xwe li erê nehêlin dijîn û ew ê di riya têkoşînê de bimeşin.
Endama YAKAY-DER’ê Şekernaz Çakar anî ziman ku ew dizanîn ku egîdên wan ji bo çi têdikoşîn û wiha pêde çû: “Em dayîk îxaleta li me û zarokên me hatiye kirin ji bîr nakin. Em ê li dijî vê zilmê rawestin.”
Bîranîn bi pêşandana sînevizyona ku têkoşîna kesên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane dide nîşandan bi dawî bû.