Ji girtiyên rastî êrîşan hatin agahî nayên wergirtin!

WAN – Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê, şeva 9’ê mijdarê di bin çavdêriya rêveberiya girtîgehê de rastî êrîşa bi dehan gardiyanî hatin. Malbatan diyar kir ku, ji girtîgeha ku di encama êrîşê de 20 girtî lê birîndar bûne agahî wernagirin û ji bo girtinên ku ji jiyana wan bi şik û gumanên banga hestiyariyê li raya giştî kirin.

Hat diyarkirin ku, li Gîrtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê, girtiyên siyasî di bin çavdêriya rêveberiya girtîgehê de rastî êrîşa gardiyanan hatine. Li gor agahiyên ku xizmên girtiyan dan; rêveberiya girtîgehê şeva 9’ê mijdarê, bi dehan gardiyanî re bi ser qawîşa ku 89 girtî lê tên ragirtin de girtine û di vês erdegirtinê de girtî rastî heqaret û îşkenceyê hatine. Girtiyê bi navê Cîhan Alkan ê ku di 12’ê mijdarê de bi rêya telefonê li malbata xwe geriya ragihand ku, di encama serdegirtinê de 20 girtî bi awayekî giran birîndar bûne û rewşa wan zaf giran e. Li ser vê, malbatên bid ehan girtiyên ku tevî Alkan di heman qawîşê de dimînin diyar kirin ku, ew ji zarokên xwe agahiyê wernagirin.

‘EWLEHIYA KURÊ MIN TUNE YE’

Dayika Cîhan Alkan ê ku 22 sal e girtî ye, Necla Alkan a ku li Bazîda Agiriyê dijî anî ziman ku, ev 4 meh e wê kurê xwe nedîtiye. Alkan wiha axivî: “Bi meha ye, bes bir êya telefonê bi kurê xwe re hevdîtinê pêk tînim. Bi meha ye kurê min û bi dehan girtî rastî îşkenceyan tên. Roja şemiya borî kurê min li min geriya, piştî mehan cara ewil min dengê wî bihîst. Zaf nexweş bû, di serdegirtina bi şev de rastî îşekenceyeke zêde hatiye. Berçavka wî û bi dehan hevalên wî bi dozrê ji çavên wan hatine derxistin û li ber çavên wan hatine şikandin. Niha kurê min bi zor hawirdora xwe dibîne. Li gor ji min re got, di serdegirtina bi şev de, 20 hevalên wî rastî lêdaneke giran hatine, hin ji wan rakirine nexweşxaneyê û hin ji wan jî hîn bi birînên xwe wek berê hatine hiştin. Bi tu awayî ne ewlehiya kurê min û ne jî ya hevalên wî heye.” Alkan got, wê dehan car li girtîgehê geriyaye lê bi tu awayî agahî ji bo wê nehatine dayîn û anî ziman ku, ji her pêkanînî gerînendeyê girtîgehê û dozger berpirsiyar in. Alkan bang li parêzvanên mafên mirovan jî kir.

‘EM LI BENDA DAXUYANIYA WEZARETÊ NE’

Zahîde Solmaz anî ziman ku, di serdegirtina 9’ê mijdarê de wan agahî wergirtiye ku di êrîşê de Macît Solmaz jî hatiye derbkirin û da zanîn ku, hevjînê wê nexweşê astima kronîk e û rapora ku bijîşkan daye wan gelek caran daye rêveberiya girtîgehê, lê li gel vê jî hevjînê wê nebirine nexweşxaneyê. Solmaz diyar kir ku, ev 4 meh e bi tu awayî agahiyê ji hevjînê xwe wernagire û wiha axivî: “Ev çend cara bis er qawîşa ku hevjînê min lê ye tê girtin û hevjînê min rastî îşkenceyê tê. Nexweşekî giran e, heke ev êrîş bidomin wê nikaribe bijî. Ne name, en telefon bi tu awayî em agahiyê jê wernagirin, gelo dijî ? Hayê me ji vê jî tune ye. Ev nêzî salekê ye girtî ye, dibêjin ‘endamê rêxistinê’ lê hîn dadgeha wî jî nehatiey dîtin.” Solmaz got, wan bi dehan carî telefonî girtîgehê kiriye, lê her tim telefon li ser çavên wan hatiye girtin û dest nîşan kir ku, divê li dijî vê derhuqûqiyê wezaret demildest daxuyaniyekê bide.

‘EV MEHEKE ME AGAHIYEK JÎ WERNEGIRTIYE’

Kekê Siddik Sari yê dema li Zanîngeha Gîresûnê dixwend û tevî 8 hevalên xwe hat girtin, Cevat Sari jî diyar kir ku, ev meheke agahiyek jî wernegirtine û ew ji tenduristiya birayê xwe bi şik û guman e. Sari wiha got: “Ji xwe bi meha ye rastî ecazayê telefon û nameyan hatibû. Piştî êrîşa dawî êdî bi tu awayî em agahiyê ji birayê xwe wernagirin.”

‘DIBE KU BAVÊ MIN LI GIRTÎGEHÊ BÊ KUŞTIN’

Kurê Levent Cîn ê ku ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sirgûnî girtîgeha Gîresûnê hat kirin, Hogir Cîn jî diyar kir ku, ev 8 meh e wan bi bavê xwe re hevdîtin pêk neaniye. Cîn ê ku li Silopiyayê dijî anî ziman ku, bavê wî ev 20 sal e girtî ye û wiha got: “Dibe ku bavê min û hevalên wî li vê girtîgehê bên kuştin. Piştî êrîşa dawî, rêveberiya girtîgehê bi tu awayî agahiyê nade wan.” Cîn banga hestiyariyê li raya giştî kir. Malbata girtiyê bi navê Mehmet Darga jî diyar kir ku, ji 9’ê mijdarê heta niha wan tu agahî ji Darga xwe wernegirtiye.

Têkildarî mijarê em li Girtîgeha Gîresûnê geriyan. Rêveberiya girtîgehê diyar kir ku, ew nikarin der barê êrîşa ku tê îdiakirin û xebitîna girtîgehê de agahiyan bidin.