Çalakgerên Kadikoy meşiyan û gotin 'Na hêj neqediya ye'

STENBOL - Endamêm Meclîsa 'Na' yên ji bo encama referandumê şermezar bikin li Kadikoyê meşiyan û tevî mudaxaleya polîsan silogana "Na hêj neqediya ye" berz kirin. "Hûn ne rewa ne" berz kirin.

Endamên Meclîsa "Na" yên bi armanca encama refarandumê şermezar bikin bi silogana "Hûn ne rewa ne" li pêş Operaya Sureya ya Kadikoyê meşiyan, polîsan êrîşî wan kirin. Piştî êrîşa polisan dîsa li hev kom bûn û pankarta "Hûn ne rewa ne" vekirin û siloganên "Hûn ne rewa ne" "Na hêj ne qediya ye" û "Li dijî Faşizmê mil bidin mil" berz kirin.


XWENDEKARÊN LÎSEYÊ PIŞTGIRÎ DAN GULMEN Û OZAKÇA

Li Edeneyê jî xwendekarên Lîseyê ji bo piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 74 rojin di çalakiya greva birçîbûnê dene, çalakiya xwendina pirtûkan pêk anîn. Xwendekarn piştre li ber muzîkê govend gerandin. Çalakî bi siloganan bi dawî bû.