ENQERE - Akademîsyen Funda Başaran di Akademiya Kolanan de dersa "OHAL û Medya" da. Başaran, bal kişand ser qedexe û sansurê got: "Bi van sansur û qedexeyan re êdî Medya kirine amûra şer a rastîn. "
Akademîsyenên ku hatin îxrackirin her hefte li Akademiya Kolanan bi hişyariya "Li dijî kesên dixwazin zanistî û jiyanê bavêjin dervê kampusan em akademiyê di nava jiyanê li kolanan ava dikin" dersên solanan didin. Di çarçoveya çalakiya hefteyî de Akademîsyen û hîndekara Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê Funda Başaran di Akademiya Kolanan de dersa "OHAL û Medya" da. Bajaran tevî xwendekarên xwe di hefteya12'emîn de li Parka Ayranci Cemal Sureya kom bûn û ders da. Başaran, bal kişand ser qedexe û sansurê got: "Bi van sansur û qedexeyan re êdî Medya kirine amûra şer a rastîn." Başaran, li ser têgeha medya û kar û barê wê rawestiya û wiha axivî: "Bi taybeti di serdema şer de medya xwe dide pişta îktidarê. Hêsa xwe ji sermayedaran digire. Sermayedar û îktîdar jî medya wekî çeka şer bikar tîne. Êdî medya dibe amûra şer. Îro li Tirkiye di bin navê OHAL'ê de li diji hemû civakê şerek tê meşandin. Ev şer ji aliyê medya û îktîdara AKP'ê ve tê meşandin. Ev medya ji aliyê AKP'ê ve di sala 2002'an de hatibû sazkirin. Ev berhema AKP'ê ye.
Di serdema OHAL'ê de bi KHK'yan 179 medya û saziyên weşanê hatin girtin. 118 rojnameger hatin girtin. Pasaportên 46 rojnamegeran hatin betalkirin. Hesabê 300 Twitter, 33 Youtube, 79 İnstagram û malperên 323 ajansên nûçeyan û 76 malperên Nûçeyan hatin sansurkirin. Bi vî rengî medya muxalif hat bêdengkirin û meda di destê îktîdarê de ma jî bû amûra rastîn a şer."
MEDYA ALTERNATIF BI AZADIYAN PÊKAN E
Başaran, bal kişand ser medya alternatif û serbixwe û da zanînku ev yek jî ancak bi azadî û aştiyê pêkan e.