HATAY - Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê bi hinceta derdorê qirêj dike tabelayên esnafên Sûriyeyî yên bi zimanê eremî ji dikanan daxistin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê ya CHP’î tabelayên esnafên Sûriyeyî yên bi tîmên Erebî hatine nivîsandin bi hinceta Derdorê qirêj dike daxistin. Rayedarên şaredariyê li nava bajar gelek tabelayên esnafên Sûriyeyî yên bi tîpên erebî hatibûn nivîsandin yek bi yek daxistin. Rayedaran diyar kirin ku karê daxistina tabelayan dê bidome.
Li Edeneyê jî Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya MHP’ê tabelaya erebî bi hinceta "Bê destûr hatiye daliqandin" daxistibû.