Li Şemzînanê şer derket

COLEMÊRG - Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di navbera leşkerên TSK'ê yên derketin operasyonê û endamên HPG'ê de şer derket. Hat zanin ku di şer de birîndar û kuştî hene.

Li gundikê Koryurek ê gundê Gelişen ê Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di navbera leşkerên TSK'ê yên derketin operasyonê û endamen HPG’ê de şer derket. Leşkerên ku bi maşineyên zirxî derketin operasyonê, rastî êrîşê hatin. Li gorî çavkaniyên herêmî, li dijî 2 maşîneyên kobra yên zirxî yên 34'emîn Fermandariya Tugaya Hudut a Piyade ya Tabura Ortaklarê, Boluka Hudut a Piyade ya Buyuktepe û leşkerên li Mezraya Koryurekê bi cih bûbûn hemwext êrîş pêk hatin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di êrîşe de birîndar û mirî hene.

Hat zanîn ku şer didome.