Di roja 75’an de polîsan Gulmen û Ozakça binçav kirin

ENQERE - Polîsan bi ser malên Akademîsyen Nûriye Gulmen û Mamoste Semîh Ozakça yên ji bo li karê xwe vegerin 75 rojin di çalakiya greva birçîbûnê dene bi ser malên wan de girtin û ew binçav kirin.


Çalakiya Akademîsyen Nûriye Gulmen û Mamoste Semîh Ozakça yên ji bo li karê xwe vegerin di roja 75 rojan de berdewam dike. Polisan şev nîvê şeve bi ser malên Gulmen û Ozakça de girt û ew binçav kirin. Polîsan tevî Semih Ozakça û hevsera wî Esra Ozakça parêzerê wan Ayşegul Çagatay û Ebru Timtik jî binçav kirin.

Polîsan saet di 01.12’ê şevê de bi ser mala Nuriye Gulmen de girt. Di hesabê Twitterê de bi gotina “Polîsên şaxa Siyasî niha dixwazin têkevin malê. Niha deri dişkînin" bi raya giştî re parve kir.

Semih Ozakça jî di hesabê twîtterê ya saet di 01.04’an de got "Bi ser mala me de digirin" belav kir.