MÊRSÎN - Girtiyê bi navê Faîk Budak ê li Girtîgeha Ceyhanê dimîne, sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Ergliya Konyayê hat kirin û di huceya yek kesî tê girtin. Malbata Budak ji ewlehiya canê kurê xwe bi fikarin.
3 girtiyên li Girtîhena Tîpa M a Ceyhana Edeneyê sirgûnî girtîgehên din hatin kirin. Hat ragihandin ku girtî Faîk Budak sirgûnî girtîgeha Eregliya Konayayê, girtî Alî Aydin û Newal Aydin jî sirgûnî Girtîgeha Ermenekê hatine kirin. Bavê Budak Teyfîk Budak da zanîn ku dema ew roja duşemê çûne hevdîtinê bihîstine kurê wî hatiye sirgûnkirin û bertek nîşanî sigûna kurê xwe da.
'EWLEHIYA CANÊ KURÊ MIN TUNE YE'
Bav Budak, anî ziman ku wî bi kurê xwe re li Girtîgeha Tîpa T a Eregliya Konayêyê hevdîtin pêk aniye û wiha got: "Kurê min di dema sirgûnê de rastî îşkenceyê hatiye. Di girtîgeha ku girtiyên siyasî lê tune ye kurê min di hucreyê de tê girtin. Ji ber kurê min li dijî lêgerîna tazî derketiye rastî îşkenceyê hatiye. Tiliyên kurê min ên piyan hatine heçikandin. Ewlehiya canê kurê min tune ye û em ji jiyana wî bi fikarin."
Budak, anî ziman ku ew ditirsin kurê wî di girtîgehê de bikujin û wiha axivî: "Me serî li Komeleya Mafê Mirovan a Mêrsînê da. Ez bang li rayedaran dikim ku îşkence binpêkirina mafê mirovane û dawî li van pêkanînên dijmirovî bînin."
Me derbarê mijarê de li girtîgehê geriya lê ji me re hat gotin kesek tune ye û agahî nedan.