ENQERE - Nûnera Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtîgehan a Stenbolê Havva Ozacan bi dehan girtiyan wekî “Dayîka Havva” pênase dikirin, beriya çend rojan hat girtin û ew şandin girtîgehê. Hevala wê ya têkoşînê Nuray Çevîrmen, wiha got: “Dayîka Havva girtin û dixwazin têkiliya kesên hundir ji yên derve qût bikin. Ji berk u deng û bêhna wan bû.”
Nûnera Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtîgehan a Stenbolê Havva Ozacan a 62 salî di encama lêpirsînek çarçoveya dosyaya 2015’an a li Eskîşehîrê de hat binçavkirin û piştre hat girtin. Ozcan bi têkoşîna xwe ya 15 salan bûbû dengê girtiyan. Ozcan, pêdiviyên hemû girtiyên ji malbatên xwe durin bicih dianî û ji aliyê girtiyan ve wekî “Dayîka Havva” hat nasîn. Ozcan ku endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Enqereyê û Nûnera Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtîgehan re ye ligel temenê xwe yê kal 145 hefteyan cihê xwe li qadan girt û bû deng û bêhna girtiyên nexweş.
'GIRTÎ LI BENDA RIYA WÊ NE’
Ozcan a ku têkiliya bi girtiyan re daniye 15 salin li ber deriyê girtîgehane, jiyana wê ji dezgahdar, kasecî û çayvaniyê ber bi têkoşînê ve dirêj bû. Ozcan ku bi xwiş û xwarziya xwe re dijî hevjînê xwe beriya salan windakiriye. Ozcan ku li navçeya Polatliya Enqereyê hat dinê yek ji kurdên di dema Osmaniyan de hatiye koçberkirine. Ligel koçberî Anatolyaya Hundirîn bû jî çand û zimanê xwe ji bîr nekir. Endama ÎHD’ê û hevala wê ya têkoşînê Nuray Çevîrmen Havva Ozacan vegot.
Çevîrmen, da zanîn ku ger mirov ligel Ozacan nejî mirov nikare wê vebêje û wiha got: “Ji xwe zêdetir hemû kes difikirî. Tiştekî ji bo xwe tu caran ne derxist pêş, her tim girtî hizirîn û mirovekî ku bi wan re dijî bû. Bi girtiyan re êş û destengiyên wan dijî. Ji gelek girtîgehan gelek kes li benda riya wê ne.
'ÇALAKIYA 146'AN DÊ JI BO DAYÎKA HAVVA BE,2
Çevîrmen, anî ziman ku Ozcan ji bo mafên bingehîn dixebitî û wiha axivî: “Ji ber sedemên siyasî hatiye girtin. Ev pêvajo ne pêvajoyeke ku kes bi delîlên saxlem tên binçavkirin û girtine. Mirov ji ber nasnameyên xwe yên kurd û mûxalif li girtîgehan rehîn tên girtin. Dixwazin bi girtina Dayîka Havva têkiliya kesên hundir ji derve qût bikin. Ji xwe li girtîgehan mirov di bin tecrîdê de ne, ev tê wateya kûrkirina tecrîdê. Ji ber ku Dayîka Havva deng û bêhna wan bû. Mafê hevdîtin, ragihandin û pêkanîna îhtiyacan mafekî ku girtiyan bidest xistiye. Dayîka Havva vana dikir.”
Çevîrmen, bi lêv kir ku Înîsiyatîfa ji Girtiyan re Azadî vê hefteyê dê di çalakiya 146’emîn de Dayîka Havva vebêje.