ENQERE - Akademîsyen Cenk Yîgîter, Komîsyona OHAL'ê rexne kir û diyar kir ku ev komîsyon li dijî DMME wekî mekanîzma parastinê hatiye avakirin û her tişt xistine însafa 7 kesan. Yîgîter anî ziman ku dê hemû berpirsiyarê têxin destê 7 kesan û ev komîsyon nikare ji derdê mexdûran re bibe derman.
Piştî OHAL hat avakirin bi KHK'yên hatin derxistin bi sed hezaran karmend hatin îxrackirin û ji karên xwe hatin dûrxistin. Dîsa bi deh hezaran kes hatin girtin, sazî û dezgehên rêxistinên civakî û demokratîk hatin mohrkirin. Piştî 4 meh di ser OHAL'ê re derbas bû Komîsyona OHAL'ê hat avakirin. Niha jî komîsyon xistine destê 7 kesan, Serokê Komîsyonê Cîgire Musteşarê Wezareta Dadê Selahaddin Menteş hat tayînkirin û endamên komîsyonê jî Cîgirê Sekreterê Giştî yê Darazê Mehmet Karagoz, Hakîmê Tatkîkê yê Daniştayê Murat Aytaç, Sermufetîşê Mulkiyê Hasan Şildak, Serokê Daîreya Tefkîf û Ceza ya Wezareta Dadê Esat Işik, Serokê Daîreya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî Mustafa Îkbal û Endamê Lijneya Venêrtina Dewletê (DDK) Salih Tanrikulu hatin tayînkirin.
'LI DIJÎ DMME'ê WEKÎ MEKANİZMA PARASTINÊ HAT AVAKIRIN'
Hîndekarê Şaxa Zanyariyên Hiqûqî ya Zanîngeha Enqereyê Dr. Cenk Yigiter ku bi KHK'ê hat îxrackirin bal kişand ser wate û rola Komîsyona OHAL'ê ya hatiye avakirin û diyar kir ku ev komîsyon wekî mekanîzmaya parastinê ya li dijî DMME'ê hatiye avakirin. Yîgîter, anî ziman ku ev komîsyon jî wekî "Zagona Peşwazîkirina Zerarên ji Terorê û di Têkoşîna bi Terorê re de pêk hatin a hêjmar 5233'an li dijî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) hatiye avakirin. Yigiter, ani ziman ku ji bo rê li pêş mexdûrên OHAL'ê bigirin û destûr nedin ku kesên mexdûr bûne biçin DMME'ê ev komîsyon hatiye avakirin û dixwazin mexdûriyetê jî li gorî feraseta xwe diyar bikin. Yigiter, anî ziman ku Serokwezir Binalî Yildirim di gotina "Me Komîsyona OHAL'ê wekî tedbîra li dijî DMME'ê ava kir" û li her tiştî mukur hatiye.
Yîgîter, anî ziman ku ne tenê ji bo kesên hatin îxrackirin di heman demê de ji bo sazî û rêxistinên hatin girtin û mohrkirin jî hatiye avakirin û dixwazin bi Komisyona OHAL'ê ji DMME'ê re bêjin "Mekanîzmeyek me ya dadê jî heye" û rê pêş serdanên DMME'ê bigirin û wiha got: "Di vê pevajoya OHAL'ê de ji mer malbatê kesek an jî xizmekî malbatê ketiye bin bandora OHAL'ê û îxracan. Êdî kes bawer nake ku tenê ji lêpirsîna FETO hatine îxrackirin û hemû beşên civakê para xwe ji vê yekê girt. Ji bo ku di nava civakêde serhildan û înfal çênebe bi avakirina Komîsyona OHAL'ê avakirin. Piştî Nuriye Gulmen û Semih Ozakça dest bi çalakiyê kirin û zextên cemaweriyê yên li dijî îxracan zêde bûn ev komîsyon hat avakirin. Ev wekî mekanîzmaya parastinê ye. Niha 130 hezar kes hatin îxrackirin. Mafê wan hatiye binpêkirin û mexdûr bûne. Gelek sazî u dezgeh hatin mohrkirin. Tevî saziyan li bendê ye ku 200 hezar serlêdan li Komîsyonê bên kirin. Ev komîsyona ku ji 7 kesan pêk tê ne pêkan e ku mexdûriyeta 200 hezar kesan yek bi yek lêkolîn bike û mexdûryeta wan çareser bike Hêj 100 hezar kes îxrec bûn me got ev komîsyon bi şev û roj bixebite jî dê nikaribe di nava 2 salan de pirsgirêkê çareser bike. Komîsyon her çend ji bo her kesekî 5 deqîqeyên xwe veqetîne jî dê nikaribe der barê hemuyan de biryarê bide û biryara bide jî dê ji heqîqetê dûr be."
HEMÛ BERPIRSIYORÎ LI SER PIŞTA 7 KESAN BAR KIRIN'
Yîgîter, anî ziman ku divê ev pêvajo bi awayekî herî çalak û berfireh bê venêrtin û wiha got: "Gelek kar û peywir û berpirsiyarî dikeve ser milê vê komîsyonê. Îktîdarê komîsyon ava kir û hemû berpirsiyar avêt ser milê 7 kesan. Kesên hatin îxrackirin tenê karê xwe winda nekirin. Bûn weki miriyên sivîl. Ya herî xerab jî mirov hatin deqkirin. Ez mirovekî sosyalîst im. Ji ber ku min danezana aştiye îmze kir ez hatim îxrackirin. Ez ji xwe de rewşa kesên hatin îxrackirin baş dizanim. Niha bi deh hezaran mirov nikarin hilberînin û hatine deqkirin. Divê berî her tişti ev mohra reşkirine ji ser mirovan bê rakirin. Piştî ku 7 kes nikaribin pirsgirêkê çareser bikin û mexdûriyeta kesan çareser bikin jî dê hemû berpirsiyarî û sucdarî li ser van 7 kesan bê hiştin. Dê Fature ji 7 kesan re bê hiştin. Dîsa hêza van kesan ku di milê maddî de biryarê bide jî tune ye. Dîsa dê dosyayan li cihekî din amade bikin û bînin pêş van kesan û ev 7 kes jî dê tenê îmze bikin. Ev komîsyona hatiye avakirin ji aliyê rol û mîsyonê de formalîte ye. Vîn û biryara esasî kesên din in. Di encamê de ev komîsyona hatiye avakirin nikare pirsgirêkê çareser bike û nikare bibe bersîv. Îhrac gefa ewlehiya neteweyî pêş dixe cemaweriyê birîn dike. Dewletê ji bo van kesên hatin îxrackirin perwerde bike û pêş bixe bi milyaran dolar pere xerç kir. Ev kesên hatin îxrackirin hatin asta ku êdî hilberînin û bi afirînin hatin îxrackirin. Niha ev kes dê bi heqê askarî kar bikin. Ev bêtir Ewlehiya Neteweyî tehdît dike."
Yigiter, heri dawî ani ziman ku ew tekoşîna mafên mirovan, aştî, demokrasiyê dimeşînin û ew dê her dem coş û moralê xwe bilind bigirin û wiha got: "Em dizanin ku mexdûriyeta ku kesî bi komîsyona OHAL'ê nayê çareserkirin. Em dizanin dawiya dawî dê demokrasî bi ser bikeve. Kengî ku hiqûq, demokrasî û aştî bi ser ket wê demê dê mexdûriyeta mirovan jî bi dawî bibe. Divê li Tirkiye tekoşîna demokrasî û têkoşina ked û aştiyê bibe kirde û ozne. "