EDENE - Bi îlana OHAL'ê û derxistina KHK'yan nivîskaran jî para xwe girtin. Helbestvan Ruhan Mavruk, diyar kir ku her hunermend û nivîskar bedelên fikrên xwe dide û wiha got: "Em bi zêdetir nivîsandin û xêzkirinê dikarin van zextên li ser xwe bişkînin."
Bi îlana OHAL'ê û KHK'yan bi sed hezaran karker û karmend ji kar hatin avêtin û hatin îxrackirin. Nivîskar û helbestvan Ruhan Mavruk, ji ber beşdarî çalakiyên demokratîk û girseyî bû bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" tê darizandin. Mavruk, diyar kir ku di pêvoya OHAL'ê de hunermend û nivîskar di bin zextên dijwar dene û wiha got: "Em di vê pêvajoyê de rastî gelek astengî û zextan tên. Min jî para xwe ji OHAL'ê girt. Min helbest ne pejirand. Helbestan ez pejirandim. Di xwezaya min de asîbûn heye. Helbest jî asî ne. Helbest rêbaza herî baş û xweşik ku mirov xwe bîne ziman e. Mirov bi helbestan hemû rewşa civakê dikare bîne ziman. Min xwest li ser pergalê jî helbestan binivîsim. Lê pergalê ev yek qebûl nekir. Ji ber ku ew mirovan di nava sînorekî de asê dike. Lê divê helbestkar neyên sînorkirin. Helbestkar jî wekî helbestê xwe bi qasî neyê sînorkirin azad e. Li welatê ku azadiya raman û îfadeyê tune be nivîskar û helbestvan jî azad nabin. Li Tirkiye çand û huner ne azad e. Her helbestkar û nivîskar bedelên afirandina xwe dide. "
Mavruk, xwest hemû beşên civakê li dijî van pêkanînan têkoşîn û dengê xwe bêtir bilind bikin û nivîskar jî bêtir binivîsin. Mavruk, anî ziman ku di salên 1990'an de nivîskar, hunermend û helbestkar rastî hemû zextan dihatin û der barê wan de doz dihatin vekirin û niha jî heman rewş heye. Ez rastî tundiya polîsan jî hatim. Polîsan gotina "Ev kes fuhuşê dike" û ez di nava taxê de deq kirim. Ji ber vê yekê ji taxê kes silavê nadim min. Bi vê reşkirinê dixwazin hunermend ji hunerê dûr bixin. Min li Zanîngehae Çukurova dersa îngîlîzî dida. Lê piştî OHAL'ê êdî nikarim dersê bidim. Ez bawer dikim ku ev zext bi dawî bibin em dê dîsa vegerin karê xwe. Ez bawer dikim ku di vê pêvajoyê de yên bi ser bikevin em in. Ger ku em bêtir binivîsin û bêdir ji bo mafê xwe têbikoşin em dê bi ser bikevin. Em dê têkoşîna xwe bidomînin."